ENQERE - Melik Varol ê HDP'î ku dema xebatên hilbijartinê dimeşand rastî êrîşa nijadperestan hat û milê wî hat şikandin, diyar kir ku gule jî li wî bikevin dê xebatên xwe berdewam bike û gule jî nikarin wî rawestînin. Umit Tamur ê rastî êrîşê hat jî got "Her ku ew li me bidin em dê bêtir bixebitin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji dema dest bi xebatên hilbijartinê kirin heta niha gelek caran rastî êrîşan hatin û astengî derxistin pêş wan. Li Enqereyê ji dema dildarên HDP'ê xebatên hilbijartinê dimeşandin, di 7'ê Hezîranê de li navçeyên Çankaya û Etimesgutê rastî êrîşa komek ciwanên nijadperest hatin. di êrîşa komê de Melik Varol ê HDP'î milê wî hat şikandin. Dildarên HDP'ê dema xwestin li Eryamanê standê vekin rastî êrîşa komek nijadperest hatin. Melik Varol ê di êrîşê de milê wî hat kişandin, diyar kir ku dixwazin bi van êrîşan xebatên wan asteng bikin û wiha got: "Ji bo ku bûyer mezin nebin me biryar da ku em ji wir dûr bikevin. Dema em li maşînê zuyar bûn komekê pêşiya maşîna me qut kir. Dema em ji maşînê daketin komê em lînç kirin. Piştre maşîna me jî darp kirin. Em 3 kes birîndar bûn. Piştî me li nexweşxaneyê rapor stend me gilî kir."
GULE JÎ NIZARIN MIN VEGERÎNIN
Varol, destnîşan kir ku dema komê êrîşî wan kirin polîs li wir hebûn, lê polîsan mudaxale nekir û tenê temaşe kir û wiha berdewam kir: "Bi van êrîşan nikarin me têk bibin. Wan destê min şikand. Lê gule jî berdin min nikarin min vegerînin. Gule jî nikarin min vegerînin. Em dê piştî 24'ê Hezîranê jî xebatên xwe berdewam bikin. Heta ku em bimirin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Xebatên me yên HDP'ê yên hilbijartinê dê bidomin
Ciwanê dildar Umît Tamur jî anî ziman ku çi dibe bila bibe dêxebatên xwe berdewam bike û wiha got: "Her ku ew li me bidin em dê bêtir bixebitin. Çend kes bûn nizanim. Ez li erdê dirêj kirim û li min dan. Îşligê min di nava xwinê de hiştin. Ew çiqas êrîş bikin jî em dê xebatên xwe berdewan bikin. 4 caran ez rastî êrîşan têm. Bi van êrîşan nikarin min têk bibin.
MA / Berîvan Altan