ENQERE – HDP’ê ji bo peywîrdarê sindoqê û hilbijartinê pirtûka ku dikaribin roja hilbijartinê li gel xwe bibin çap kir. Di pirtûkê de mijarên ji peywîra serokê desteya sindoqê bigire heta jimartina dengan, îtîraz û agahiyên heta qada îtîfaqê tê vegotin.
Ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re hindik ma. Li gel xebatên partiyan ên hilbijartinê ji bo ewlehiya hilbijartin û sindoqan jî xebat didomin. Gelek partî û saziyên sivîl ji bo parastina dengan û ewlehiya hilbijartinê di bin sîwanek ango platofrmekê de hatin cem hev. Xebatên partiyan ên ji bo desteya sindoqê, mişahît û berpirsên dibistanan jî bi dez didomin.
PIRTÛK HIŞYAR DIKE
Piştî lîsteyên desteya sindoqê radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hat kirin, partî jî dest bi perwerdehiya peywîrdarên sindoqan kir. HDP ji bo ewlehiya sindoqan di nav xebatek tije de ye. HDP’ê ji bo peywîrdarên xwe yên sindoqan pirtûk çap kir. Pirtûk ji 120 rûpelan pêk tê û mijarên ji peywîra serokê desteya sindoqê bigire heta jimartina dengan, îtîraz û agahiyên heta qada îtîfaqê pêk tê. Tişta di roja hilbijartinê de pêwiste di pirtûkê de hatiye vegotin. Di pirtûkê de ji peywîrdaran, mişahît û berpirsên dibistanan tê xwestin li hember her tişî hişyar bin.