ENQERE – Walîtiya Enqereyê destûr neda mitînga HDP’ê ya li Enqereyê dê îro bihata lidarxistin.
Walîtiya Enqereyê bi boneya ku Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayîp Erdogan li Stadyuma 19’ê Gulanê ya li Enqereyê mitîngê li dar bixe, destûr neda mitînga HDP’ê ya li Enqereyê. Walîtiyê bi hinceta ku saeta her du mitîngan rastî hev tê û dê tengezariya ewlehiyê derkeve mitînga HDP’ê betal kir.