ÇEWLIG – Li Çewliga ku AKP li tevahiya herêmê herî zêde dengan jê digire, niha bayê guherînê li ba dibe. Şêniyên bajêr ji ber AKP'ê gelekî êşiyane û HDP ji bo vê yekê ber bi xwe ve hêl bike bênavber dixebite.
Li Çewligê xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinê bênavber didomin. Şêniyên bajêr ji ber AKP'ê gelekî êşiyane û HDP ji bo vê yekê ber bi xwe ve hêl bike bênavber dixebite. Namzetên HDP'ê yên Çewligê Erdal Aydemîr, Nîhat Aksoy, Şefîka Dogan tevî rêxistinên partiyê yên bajêr û navçeyan ji serê sibehê ve dest bi xebatan dikin heta derengê şevê.
Namzetê HDP'ê yê Çewligê serokê berê yê Baroya Çewligê Erdal Aydemîr, anî ziman ku danezana hilbijartinê ya HDP'ê ji aliyê gel ve esas tê girtin. Aydemîr, anî ziman ku li Çewligê îtifaqa Cumhûr û gel bi îdia ne, lê belê bêtir berê gel li HDP'ê ye.
Namzetê HDP'ê yê Çewligê Nîhat Aksoy jî, bêdengiyeke zêde li ser hilbijêrên AKP'ê heye û dê Çewligê suprîzeke mezin ji AKP'ê re bike. Aksoy, diyar kir ku profîla hilbijêrên Çewligê veguheriye profîleke muxalif.
Li Çewligê şik û gumana herî mezin jî di warê ewlehiya sindoqan de ye. HDP'iyan destnîşan kir ku bo ewlehiya sindoqan ew bi awayekî organîzeyî tevdîran digirin. Her wiha li Çewligê pirsgirêka din jî, veguhastina sindoqan e. Elewiyên ku li gundan dijîn, ji ber ku sindoqên gundên wan hatine veguhastin, dê li gundênc erdevanan dengê xwe bi kar bînin. HDP, ji bo hilbijêrên deverên sindoqên wan hatine veguhastin wesayît peyda kirine.
Esnaf Kadîr Yildiz, diyar kir ku AKP 16 sal in îktîdar e, lê niha li Çewligê qediyaye û got: "Tiştên heyî qedandin, lê dîsa sozan didin."
Texsîvan Riza Kinar jî, bilêv kir ku şikestinên ji bo îktîdarê zêde bûne. Kinar, destnîşan kir ku betalkirina parlementeriya Îdrîs Balûken û cezakirina wî li bajêr bûye cihê bertekên mezin. Kinar got: "Li Çewligê kesên deng nedidan HDP'ê jî ji Îdrîs Balûken hez dikirin. Çimkî rasterast bi pirsgirêkên Çewligê re eleqedar dibû."
Esnaf Alî Bayram jî, destnîşan kir ku feraseta tekparêz li Çewligê bûye cihê nerihetiyan û ew ê di 24'ê Hezîranê de bi awayekî aşkere bersiva vê yekê bidin. Bayram, bilêv kir ku bêyî ku bawerî, nasname û cudahiyên mirovan bên veşartin ew dixwaze bijî û ev jî li Meclîsê bi HDP'ê pêkan e.
MA / Lezgîn Akdenîz