ÎDIR – HDP'î li Îdirê mal bi mal û gund bi gund digerin. Hilbijêrên Îdirî jî li her deverê di atmosfera mîtîngê de HDP'iyan pêşwazî dikin.
Her ku hilbijartin nêz dibe HDP'ê jî xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê dilezînin. Yek ji bajarê ku HDP'î zêde lê dixebitin jî Îdir e. Îdiriyan destnîşan kir ku ew ê dengê xwe bidin HDP'ê.
Welatiyê bi navê Vedat Yilmaz anî ziman ku du tişt hene, yek tê lêxistin yek jî tê dizîn. Yilmaz got: "Yek jê li tembûrê dide, yek jî pereyan didize. Yê li tembûrê dide girtiye, yê pereyan didize jî li derve ye. Tu yê vîna gel, parlementerên wan û hevserokên wan bigirî û tu yê ji gel re behsa edaletê bikî. Bi ser de tu yê nehêlî wêneyê wî yê biwesîqe jî bê kişand. Li kuderê vê edalet heye? Di vê pêvajoyê de eger em li ser piya mabin, ev jî ji ber baweriya me ya bi doza me ye."
‘ÊDÎ BES E, DENGÊ MIN ARTIK YETER OYUM HDP’YE’
Seyran Sadik a 75 salî jî diyar kir ku ew ê êdî dengê xwe bide partiya xwe û got: "Demîrtaş xistine zindanê. Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê û Demîrtaş. Di 24'ê Hezîranê de em ê bi ser bikevin. Eger xwendin û nivîsandina min hebûna, min ê nameyek ji Tayip Erdogan re bişandana. Min ê ji Erdogan re bigotana 'Qey dîn û îmana te tune ye? Te herkesî kuşt. Zilmê dikî. Tu çi paşa yî?' Lê xwendin û nivîsandina min tune ye. Êdî bes e te zilm kir. Piştî vê saetê êdî Erdogan biçe mala Xwedê jî dê ne caiz be û dê bi kêr neyê."
WÊNEYÊN DEMÎRTAŞ MAÇ KIRIN
Hanim Temîz a 80 salî jî, wêneyên Demîrtaş maç kirin û got: "Ji Demîrtaş pir hez dikim. Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê. Ji ber ku kurd im, ez ê dengê xwe nedim Erdogan. Ew min temsîl nake. Eger Erdogan trîlyonan jî bide min, qethiyen ez deng nadimê. Ji cîran, nevî û zarokên xwe re dibêm 'Divê hûn dengê xwe bidin HDP'ê.' 80 salî me, lê derî bi derî digerim. Em deng bidin Demîrtaş, bila ji girtîgehê derkeve."
Fatma Alkoç a 78 salî jî, dema wêneyê Demîrtaş dît hêstir ji çavan hatin û got: "Ji bo Demîrtaş ji girtîgehê derkeve ez ê dengê xwe bidim wî. 6 meh in nexweşim, piyê min erdê nagire lê dema min bihîst HDP hatiye gund min xwe negirt û derketim. Înşeleh dê HDp bi ser bikeve û dê Demîrtaş ji girtîgehê derkeve."