ÇEWLIK - Li navçeya Yedisu ya Çewlikê êrîş li dijî maşîneya leşkerî pêk hat, leşkerek mir û 3 leşker birîndar bûn.
Li navçeya Yedîsu ya Çewlikê, li dijî maşîneya leşkerî ya Qereqola Cendirmeyan a Kabayel di 08’ê Hezîranê de li derdora saet 17.30’an êrîşa bi çek pêk hat. Leşkerekê di maşîneyê de jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî êrîşê yekîneyên leşkerî sewqî herêmê hatin kirin û operasyonê dest pê kir. Hat diyar kirin ku di operasyonê de pevçûn derketiye.