ENQERE – YSK'ê ji bo axaftina propagandaya hilbijartinê ya Namzetê Serokomariyê Selahattin Demîrtaş biryar da. YSK'ê biryar da ku axaftina Demîrtaş a di TRT'ê de li girtîgehê bê kişandin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a (YSK), der barê namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş de biryar da ku axaftina TRT'ê ku ji bo propaganda hilbijartinê bike li girtîgeha Edîrneyê bê kişandin. YSK'ê biryar da ku ji bo axaftina Demîrtaş li girtîgehê studyo bê amadekirin û Demîrtaş li girtîgehê ji TRT'ê re biaxive. Di biryara ku îmzeya Serokê YSK'ê Sadi Guven li bin hebû, hat diyar kirin ku ji bo Demîrtaş axaftina TRT bike li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 2 axaftinên ku her yek ji 10 deqîqeyan pêk tê bike. Demîrtaş dê di 12'ê Hezîranê de li girtîgehê axaftinê bike.