Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin

  • rojane
  • 16:31 4 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ew ê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got ku DAIŞ, HTŞ û SMO ji heman çavkaniyê tên xweyîkirin û tevek jî komên paramîlîter in. 

Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ya li ser sînorê Kobanê hatin protestokirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çalakiyê de wiha got: “Heta ku li herêmê pergaleke aştî, aramî û xwişk-biratiyan gelan pêk tîne tê avakirin dê têkoşîna me bidome. Me ev fîlm beriya niha jî dîtibû. Di sala 2011’an bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re hêzên mîna DAIŞ’ê berdan qadê. Rêxistinên berhemên DAIŞ’ê niha bi navê HTŞ’ê rabûne. An ku navê wan bûye Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê. Tevek jî ji hêla heman çavkaniyê ve tên xweyîkirin.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Me got ku divê Tirkiye siyaseta aştî, dîplomasî û guftûgoyê bimeşîne. Me got heke hûn baweriya xwe bidin van çeteyên nirxên îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, dê roj were li we jî vegerin. Jixwe ji Tirkiyeyê heta Amerîka û Ewropayê, komkujiyên DAIŞ’ê kirin li holê ne. Me komkujiyên Pirsûs, Gara Enqereyê û daweta Dîlokê ji bîr nekirine. Vaye van çeteyên we ava kirin li Tirkiyeyê xistin. Îktîdarê ev bi zanebûn û dilxwazî kir. Ji bo temenê xwe dirêj bike rê da Komkujiya Gara Enqereyê.” 
 
'LÎSTIKÊN WE LI TIRKIYEYÊ VEDIGERIN’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê li Sûriyeyê aştî çêbibe. Ev komên paramîlîter rewşa aştiyê jehrî dikin. Her lîstika hûn li Sûriyeyê dilîzin li Tirkiyeyê vedigerin. Ji ber ku we nexwest pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin, niha li herêmê hûn xwedî gotin nînin. Tu bangên we yên ji bo aştiyê jî tu bandora wê nîne. Tirkiyeya ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser kirî, dê bêhtir jixwe bawer be. Her wiha divê ji bo fermîbûna statûya Rojava hewl bide. Divê ji bo destûreke bingehîn a nû ya demokratîk a li Sûriyeyê bixebite. Ji bo vê jî divê tavilê li hevdîtinên Astanayê vegere. Yek ji xala wê ya girîng jî bêçekkirina van komên çete yên li Idlibê bû. Lê berevajî wê kirin û bêhtir çek dan wan. Lewma bûn sedema şerekî nû. 
 
Tu feydê vê rewşê dê ji bo gelên Tirkiyeyê û herêmê nebe. Di vê aloziyê de tişta herî girîng, aştiya Tirk-Kurd-Ereban e. Divê Tirkiye ji bo vê bixebite. Lê berevajî vê dike. Dê têkoşîna me bidome.” 
 
BEŞTAŞ: DÊ KURD LI BER XWE BIDIN
 
Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş jî êriş şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Di demên berê de kurdan û dostên wan rê li ber êrişên DAIŞ’ê girtin. Em ê van êrişan jî bidin sekinandin. Em ê li dijî wan çeteyên dijminê mirovahiyê bi hev re li ber xwe bidin. Di vê mijarê de em ji hêza xwe bibawerin. Rojhilata Navîn veguheriye goga agir û gefa qirkirinê li ser gelan heye. Rojava ji bo pêşeroja xwe li ber xwe da û Tirkiye jî dijminatiya wê dike. Bloqa îktîdarê çekên xwe yên 10 sal berê hêj nekişandine û dev ji xwarina gefan berneda. 
 
Dibêjin ‘Kurd birayên me ne û pirsgirêka me bi wan re tune ye.’ Hûn kurdên li Kobanê û Pirsûsê çawa ji hev qut bikin? Hûn dê li wir piştgiriyê bidin çeteyan lê li vir aştiyê bikin? Dema xwişk-birayên me li wir di bin gefa qirkirinê de, em li vir wisa bêdeng nabin. Dinyayeke wisa tune ye. Bêguman bi milyonan kurdên li Bakur dê bi xwişk-birayên xwe re li ber xwe bidin. Rêya aştiyê ew e ku hûn çekên xwe paşve bikişînin. Divê hûn kurdan qebûl bikin. We nekarî Pirsûs û Kobanê ji hev veqetînin û dê nekarin. Hûn nikari gelê kurd ji hev veqetînin.” 
 

Sernavên din

21/07/2025
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
16:16 Îsraîlê êrişê Filistîniyên ku li bende alîkariyê bûn kir
15:45 Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman
14:44 Encamnameya ‘Komxebata Dayikan’: Erka jinûve avakirinê li pêşiya me ye
14:43 Tulay Hatîmogûllarî: Ji bo vekirina rêya aştiyê divê hevrûbûn çêbe
14:41 Li Uşak û Afyonê şewat derket
12:51 Li Îzmîrê qetlîama jinan
11:56 Bibîranîna 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’: Divê hevrûbûn çêbe, kiryar bên darizandin
10:48 Kesên diçin seyranê Newala Qoriyê qirêj dikin
10:43 Li Stenbolê 4 şevnişîn şewitîn
09:52 Di berga kovara Jinê de merasîma dîrokî
09:33 Li ser rêya Kobanê rêwiyekî xeyalan: Hogir
09:14 DAIŞ’îyên ku êrişê Siwêdayê kirin beşdarî weşana zindî bûn!
09:08 Tevî qedexe û ferzkirina koçberiyê jî dest ji Sûrê berneda
09:05 Ari ku merasîmê temaşe kir: Divê imhaya 100 salî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2025'AN
19/07/2025
19:59 Girtiyê ku berdana wî du caran hat taloqkirin serbest hat berdan
18:56 SOHR: Ji 13’ê Tîrmehê ve herî kêm 940 kes hatine kuştin
16:33 Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin
16:30 Dîmenê ku polîs malbata muzîk guhdarî kiribû gule barandiye derket holê
16:16 Li Girtîgeha Sinê 3 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin
16:15 Têkildarî kuştina Ayşe Tokyaz polîsek hat binçavkirin
16:11 Meclisa Ekolojiyê ya Wanê hat avakirin: Tovê aştiyê ya ku Ocalan çand bû hêvî
15:57 Altan Öymen jiyana xwe ji dest da
15:54 Komxebata DAD'ê: Dayik hilgirên heqîqetê ne
14:50 Ji bo Hasan Gulunay ê 33 sal berê hat windakirin edalet xwestin
14:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi jinan re hevdîtin pêk anî
12:53 Li Rihayê bi rojnamegeran re civîna pêvajoyê
12:42 Girtiyê ku kamera li hucreya wî hatibû bicihkirin doz li Wezareta Dadê vekir
11:32 MKG'ê Ayfer Serçe bi bîr anî: Pênûsa wê hê jî dinivîsîne
11:25 Kongra Star ji bo 19'ê Tîrmehê daxuyanî da: Li dijî gefên nû em xweparastinê xurt bikin
11:21 Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin
11:15 Ji bo girtiyê nexweş ku rastî îşkencyê hat cezayê hucreyê
10:58 Kaya: Ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî divê
10:55 Bîra çandî ya Enqereyê hilweşandin
10:50 Her ku zêr buha dibe eleqeya ji bo teqlîdê zêde dibe
10:49 Jin piştevaniyê xurt dikin: Dê li Rihayê bazara 'pevguherandinê' bê avakirin
10:38 Malbatên 33 'Rêwiyên Xeyalan' 10 salên ji bo edaletê têdikoşin
10:32 Tekane xayeya wan serkeftina pêvajoyê ye: Divê her kes hewl bide
10:31 Sumeyye Boz: Divê komîsyon li ser zemîneke qanûnî be
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2025'AN
18/07/2025
23:37 Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê agirbestê red kir
23:28 DEM Partî: Dadgeh eşkere sûc dike
22:49 Li Geverê bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê derketin hat kirin
22:41 Li ber Girtîgeha Xarpêtê îşkenceyê protesto kirin
22:33 Rêveberiya Xweser: Em destkefiyên şoreşê biparêzin
22:30 Li Behra Spî bi pileya 4.1 erdhej
20:25 Li Elbakê hevdîtina gel: Me xwe bi berxwedanê bi cîhanê da nasîn
19:29 Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê hemû partiyên siyasî daxilî pêvajoyê bibin
19:13 Ji Erdogan daxuyaniya pêvajoyê
18:54 Gulerê 85 salî ji girtîgehê derket
17:14 Bi zarokan pîsî dan xwarin, wezaretê pêdivî bi ‘parastinê’ nedît!
16:28 Bernameya Mîhrîcana Mûnzûrê aşkera bû
15:42 Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê: Me piraniya cihên stratejîk kontrol kirin
15:35 Ji malbatan serlêdana ji bo Îmraliyê
15:28 Der heqê Siddik Guler de biryara tehliyeyê hat dayîn
15:10 NY’ê ji bo Siwêdayê banga lêpirsîna lezgîn kir
15:02 Platforma Elewiyan a Edeneyê: Bila ji bo Durzan korîdor bê vekirin
14:45 Li 7 bajaran ji bo jinên Elewî yên hatibûn revandin çalakî
14:32 Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir
14:23 Di civîna komîsyonê de kîjan biryar hatin girtin?
14:11 Li Girtîgeha Dumluyê kiryarên 1980’an tên kirin
13:41 Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn
13:38 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hat taloqkirin
13:24 Civîna komîsyonê ya li meclisê bi dawî bû
12:26 Ji bo 2 rojnamegeran beraet û rojnamegerekî ceza
12:12 Yildiz ê MHP’î parvekirinek bi pirtûka Abdullah Ocalan ve kir
11:47 Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê
11:46 Qeyûm wesayîta ku hatibû hîbekirin xwest û projeyên şaredariyê betal kir
11:24 Partî ji bo komîsyonê kom bûn
10:57 Li Mêrgomarê xweza tê talankirin
10:48 Li Rihayê ciwan dê di şahiya azadiyê de bên cem hev
10:40 ‘Divê sererastkirinên qanûnî bên çêkirin’
10:26 Di lêpirsîna ÎBB’ê de ji bo 18 kesan biryara binçavkirinê
10:22 Ozlem Bîlgî: Bêdengiya li dijî îstismara zarokan sûc e
10:08 Li Rihayê zêdetirî 200 civîn: Bila devlet gav bavêje
09:47 'Komxebata Dayikan' wê were lidarxistin: Bi baweriya Rêya Heq jin jiyan e
09:39 Li Sûriyeyê bi sedan jin hatin revandin
09:35 Ciwanên sosyalîst şopdarên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin in
09:34 Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
09:32 Welatiyên Kopê: Divê dewlet gavên mezin biavêje
09:31 Dayika Aştiyê: Divê bi awayekî ewle rêya vegerê ji bo gerîla bê vekirin
09:27 Welatiyên Sêrtê: Ji bo pêvajo baş bimeşe divê Abdullah Ocalan azad be
09:26 Salih Muslim: Em teslîmbûnê qebûl nakin, divê feraset biguhere
09:23 Hevdîtin bi kesên ku çekên xwe şewitandin re kir: Veger tune ye, têkoşîn neqediyaye
09:07 Di merasîmê de zarokên xwe temaşe kirin: Cîhanê hêza teorîk û pratîk a Ocalan dît
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2025'AN
17/07/2025
23:19 SOHR: Hejmara kesên li Siwêdayê mirine gihîşt 516'an
23:11 'Kujerê Ayşeyê Cemîl Koç e, polîsên hevkar kujer diparêzin'
23:02 Girtiyên li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
20:31 Qetilkirina Ayşe Tokyazê hat şermezarkirin