Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane

  • rojane
  • 11:06 3 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtiyên edlî û siyasî jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Farûk Yazmaci rewşa li girtîgehan weke "komkujiyeke plankirî" bi nav kir.

Wezareta Dadê di meha mijdarê de bersiv dabû pêşnûmeyê û diyar kiribû ku di navbera salên 2018-2023'an de 2 hezar û 258 girtî û hikûmxwarên edlî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên ku wezaretê di demên berê de parve kiriye û daneyên herî dawî di navbera salên 2002-2023'an herî kêm 5 hezar û 341 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî daneyên di dema wezaretê yên berê de hatine parvekirin; Di sala 2002'an de 89 girtî, di sala 2003'an de 163, di sala 2004'an de 54, di sala 2005'an de 59, di sala 2006'an de 157, di sala 2007'an de 176, di sal a2008'an de 211, di sala 2009'an de 196, di sala 2010'an de 252, di sala 2011'an de 268, di sala 2012'an de 286, di sala 2013'an de 312, di sala 2015'an de 373 û di sala 2016'an de 172 girtiyên siyasî û edlî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. 
Nayê zanîn ku di sala 2017’an de çend girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Di navbera salên 2018 û 2023’an de 2 hezar û 258 girtiyên siyasî û edlî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Tekana daneyên sala 2024’ê aîdî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ye. Li gorî ÎHD'ê di 9 mehên sala 2024 'an de herî kêm 50 girtî jiyana xwe ji dest dane. Gelek ji wan girtiyên nexweş in.
 
DI SALEKÊ DE 10 MÎLYON SERLÊDANÊN JI BO REVÎRÊ
 
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazmaci têkildarî mijarê axivî û pêkanînên li hemberî girtiyan weke "komkujiyek plankirî" binav kir û wiha got: "Fikra ku 'her kes ji dayikbûnê ve xwedî hin mafan e û van mafan bi kar tîne' tune hatiye hesibandin. Dema em daneyan li ber çavan digirin, em bi tabloyeke xirab re rû bi rû ne. Em tenê behsa binpêkirina mafan nakin. Em li vir behsa komkujiyekê dikin.”
 
Yazmaci der barê daneyên ji aliyê wezaretê ve hatin weşandin wiha axivî: “Ger ku ger yên ku di nava mehekê de ji kesekî zêdetir kesan bikujin re bibêjin kujerên dor bi dor kesan dikujin ez ê behsa çîroka vahn kujeran bikim.” Yazmaci da zanîn ku daneyên heyî ji bo vegotina rastiya li girtîgehan têrê nake û got ku di sala 2023 'an de 10 mîlyon daxwaznameyên mûayeneyê hene. Yazmaci destnîşan kir ku her meh 3 milyon û 115 hezar û 834 daxwaz hatine qebûlkirin û her meh 394 hezar girtiyan serlêdana muayeneya asayî kirine
 
Yazmaci diyar kir ku hejmara girtiyên ku di sala 2024 'an de daxwazên wan hatin qebûlkirin nîvî kêm bûye û îsal 1 mîlyon 265 hezar 239 girtî dikarin bên muayenekirin. Yazmaci da zanîn ku ji ber "tevdîrên tasarûfê" danê nîvî kêm bûne û wiha got: “Ger tevdîrên teserûfê hebin tê wê wateyê ku dê bijîşk neyên. An jî girtîgeh bi hinceta tevdîrên teserûfê bêyî ku klîmayê bixebitînin dê hawireke revîrê ya sar, qirêj peyda bike.”
 
LI 405 GIRTÎGEHAN 387 BIJÎŞKÊN MALBATÊ
 
Yazmaci diyar kir ku li gorî daneyên Wezareta Edaletê li 405 girtîgehan tenê 387 doktorên malbatê dixebitin û got, "Daneyên heyî li berevajî gotina wezaretê ya 'Em ji bo her hezar kesên li girtîgehê doktorekî didin' e."
Yazmaci da zanîn ku ji bilî xwegihandina tenduristiyê, serbestberdana girtiyan hatiye taloqkirin û înfazên wan hatine şewitandin û got, "Wezaret dibêje min di sala 2013'an heta tîrmeha 2024'an, înfaza 2 hezar 811 dadgerî û 138 sûcdarên terorê taloq kir. Saziya Tipa Edlî serbestberdana 36 girtiyan erê kir lê bi hinceta ‘ewlehiya cemaweriyê’ serbest nehatin berdan. Ji van girtiyan 8 girtî ji ber ku cezayê muebeta giran lê hatine birîn nehatin berdan. Dibêje di sikaretê de bin jî ez bernadim."
 
‘POLÎTÎKAYA GAV BI GAV KUŞTINÊ’
 
Yazmaci diyar kir ku li girtîgehan "polîtîkaya mirinê ya bi demê re" xistine meriyetê û wiha got: "Dema girtiyek diçe revîrê û dixwaze bê mûayenekirin, bi tedbîrên teserûfê tê astengkirin. Piştî 3 mehan wî dibin revîrê. Eger bê dîtin ku li wir tedawî bi temamî nikare bê kirin, nexweş sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Li vir lêgerîna hundirê dev tê kirin.  Piştre li dijî girtiyê ku li dijî lêgerîna hundirê dev li ber xwe daye lêpirsîn tê vekirin. Piştî mehan rêveberiya girtîgehê sewqiyata nexweşxaneyê pêk tîne. Ji ber ku girtî tedawiya bi kelepçe qebûl nake bêyî ku tedawî bikin dîsa dibin girtîgehê.”
 
‘NABE KU JIYANA MIROV BIBE MIJARA BAZARÊ’
 
Yazmaci bal kişand ser raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ku girtî ‘dikare di girtîgehê de bimînin’ û wiha axivî: "Bi vî rengî mirovên di bin berpirsyariya wan de ne dikujin. Ji ber vê yekê ez jê re dibêjim polîtîkayeke kuştinê ya demê hatiye belavkirin. Ji sala 2017'an heta 2020'an ji hezar û 330 girtiyan re got, "Hûn nikarin bên berdan." Ev girtiyên nexweşên giran in, encama vê polîtîkaya kuştinê ye ku bi demê re belav dibe. Hinek girtî piştî ku serbest tên berdan çend meh şûn ve dimirin û hinek ji hene çend roj şûn ve dimirin. Em bûn şahid ku hinek girtî bi tabûtê tahliye bûn. Hinek girtî dema dibirin nexweşxaneyê tahliye bûn û hinekan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.”
Yazmacî diyar kir ku li dijî gotina wezaretê ya bi ecele xwe miriye ji sedî 62 mirinan bi guman in û wiha got: “Li gorî daneyan her roj herî kêm kesek di girtîgehan de dimire. Li gorî tespîtên me ji tîrmeha 2023’an dehat meha çileyê 15 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.”
 
Yazmaci da zanîn ku dewlet car bi car rewşa girtiyên nexweş dike mijara bazarê û got, “Nabe ku jiyana mirovan bibe mijara bazarê. Abdullah Ocalan di pevajoya salên 2013-2015 de gotibû dewlet dikare tahliyeyan bi destpêkirin û piştre hevdîtina bidomîne. Lê dewletê soza xwe bi cih neanî.” 
 
MA / Omer Gungor
 

Sernavên din

16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin HATE NÛKIRIN
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’ HATE NÛKIRIN
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir