ENQERE - Parêzerên mexdûrên komkujiya GAR'a Enqereyê, diyar kirin ku li gorî belgeyên li dosyayê hatine zêdekirin, ligel ku 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê bersûcê komkujiya GAR'ê ya Enqereyê û endamê DAIŞ'ê Yunus Durmaz de di 11'ê 'ê mijdara 2013'an de biryara girtinê hatiye dayîn jî nehatiye girtin. Miduriyeta polîsan û Dozgerê Dîlokê der barê wî de tiştek nekiriye.
Danişîna koma 9'an a doza komkujiya GAR'a Enqereyê dê di 12-13'ê Hezîranê de bê dîtin. Beriya danişînê parêzeran û nûnerên rêxistinên demokratîk li Odeya Mîmaran a Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de namzetên HDP'ê yê Enqereyê Nazim Karakurt, Îshak Kocabiyik û Fîlîz Kerestecîoglu amade bûn. Destpêkê Parêzer Sevinç Hocaogullari, diyar kir ku nêzî 9 mehan lêpirsîna komkujiyê berdewam kiriye û wiha got: "Di vê pêvajoyê de lêpirsîn ji mexdûran hat veşartin. Di îdîanameya ku di 13'ê Tîrmeha 2016'an de hat amadekirin, 14 bersûc berpirsiyarê komkujiyê hatin dîtin. Lê der barê karmendên cemaweriyê de tu lêpirsîn nehat kirin. Di bin çavdêriya erkdarê cemaweriyê de bûyerên li Amed, Pirsûsê û Enqereyê pêk hatin, hat dîtin ku bi hev girêdayî ne. Me xwest têkiliya wan bi hev girê bidin. Me xwest îdîaname bi vî rengî bê amadekirin. Lê îdîaname tevî van kêmasiyan hat pêşkêşkirin. Nêzî salek û nîvê ye darizandin didome. Ji 14 bersûcan hêj 4 jê fîran in. Hêj nehatine girtin. Bersûcek jî bi awayekî şik hat kuştin. Me di vê dozê de dît ku çawa lêpirsîn nayê kirin em dibînin ku darizandin jî bi heman rengî nayê kirin."
‘DAÎŞÊ LI DÎLOKÊ RASTÎ TU ASTENGIYAN NEHATIYE'
Parêzera dozê Îlke Işik jî bal kişand ser delîlên nû yên li dosyayê hatine barkirin û wiha got: ""Wekî ku tekiliya zincîrê bi hev tune ye û tu berpirsiyariya erkdarê cemaweriyê tune nêzîk dibin. Işik, anî ziman ku Dîlok cihekî pir tirsnak e û wiha got: "Li Dîlokê DAIŞ bi awayekî muazzam xwe bi rêxistin kiriye. Bêyî rastî astengiyan bê bi salan xebat kirine. Rayedarên wir çavê xwe ji wan re girtine. Destûr naden wan. Der barê bersûcan de delîlên pir girîng hene. plankarê vê komkujiyê Yunus Durmaz jî di navde der barê wan de gelek delîl hene. Di sala 2012’an de hatine şopandin. Di milê teknîkî û fîzîkî de hatine şopandin. Di civînê de hatine şopandin. Li kolanan dîmenê wan hatine girtin. Malên wan tên zanîn. Li komeleyên bi navê Genç Ensar û Genç Muavvidler tên kirin. 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê di lêpirsîna dosyaya hêjmar 2016/128'an de diyar dike ku komele li şûna xebatên fermî xebatên rêxistinî dike. Diyar dike ku militanan bi rêxistin dike. Bi dîmenan hatiye tespîtkirin. Yunus Durmaz, Nusret Yilmaz jî bersûcên herî krîtîk in. Nusret Yilmaz bersûcê firarî ye. Yunus Durmaz jî bi şikdar e.
DER BARÊ YUNUS DURMAZÊ DAÎŞÎ Jİ 2013'AN DE BIRYARA GIRTINÊ HEYE
Yunus Durmaz, ji sala 2012'an heta 2014'an tê şopandin. 14 caran biryar tê girtin ku ragihanda wî tespît bike. Tevî hemû delîlan bi awayekî şolî dosya lêpirsînê ji holê radikin. Di Tîrmeha sala 2015'an de biryara binçvkirinê distînin. Der barê Yunus Durmaz de ji aliyê 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi biryara hêjmar 2013/74'an der barê wî de biryara girtinê heye. Di girtekên polîsan de jî cih digire. Niha ev doz li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ye. Biryara esasê 2014/125'an berdewam dike. Vê dadgehê der barê Durmaz de di 11'ê Mijdara 2013'an de biryara girtinê daye. Durmaz li Dîlokê tê şopandin. Mala Durmaz tê zanîn. Telefona wî tê guhdar kirin. Feslekeyên dosyayê heye. Di lêpirsîna midûriyeta polîsan a Dîlokê de ew binçav nekirine. Der barê hucreyan de jî tu tişt nekirine. Li gel biryara Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê jî gav neavêtiye û sûc kiriye. Midûryeta polîsan a Dîlokê û Dozgerê Komarê yê Dîlokê erk û peywira xwe pêk neanîye.
Işik, anî ziman ku Durmaz berpirsiyarê vê komkujiyê ye, lê bi zanebûn û plan nehat girtin û wiha lê zêde kir: "Ger ku wê demê Durmaz hatibuya girtin komkujya Enqereyê pêk nedihat. Berpirsiyarê sereke Nusret Yilmaz ê li Dîlokê serbest hat berdan û niha fîrar tê darizandin e. Di dosyaya ku hat 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê de, hat diyar kirin ku li ser yelekê bombeya zindî ya 23'ê Hezîrana 2016'an şopa tiliyên Ahmet Guneş heye. Dîsa poşa tiliyên Omer Deniz Dundar jî heye. Endamên DAİŞ'ê xebatên xwe yên rêxistinî berdewam dikin. Kesên ku divê erka xwe ya lêpirsînê pêk bînin erka xwe pêk neanîn. Nivîsên der barê van kesan de hatin midûriyeta polîsan hene. Em dipirsin û dibêjin 'We çima peywira xwe pêk neanî. We çima rê li pêş komkujiyê negirt."
Parêzer Nuray Ozdogan jî bal kişand ser pêvajoya lêpirsînê û wiha got: "Di 9 klasororên rapora îstîxbaratê de dozger qet lêpirsîn nekiriye. Qeydên HTS'ê nehatiye lêkolînkirin. Pedivî bi vekirina klasoran nedîtine û lêpirsîn nekirine. Gelek belge û ewraq nîşan dide ku Dozgerê Komarê yê Enqereyê geleş tişt îhlal kiriye. Li şûna ku darazê serbixwe lêpirsîn kiribûya. Lê delîl veşartine. Polîsan xwestine ku lêpirsîn neyêkirin. Em dê lêpirsîna xwe berdewam bikin.
EM DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN
Parêzer Tonguç Cankurt jî anî ziman ku lêpirsînek çalak nehat destpêkirin û wiha got: "Me der barê berpirsiyar de gelek serlêdanên sûc kirin. Lê tu encam pêş neket. Me der barê tapeyên hevdîtinê yên Îlhami Ballî de serlêdana sûc kir. Em dê der barê midûriyeta polîsan û Dozgeriya ya Dîlokê serlêdan sûc bikin.