Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?

  • rojane
  • 09:34 3 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Kurtay Serhat diyar kir ku stratejiya dewleta tirk a bidestxistina herêma Zapê têk çûye û wiha got: "Xitimî ne û piştgiriya digirin kêm dibe. Em tiştên berevajî ew dibêjin dibînin." 

Tirkiyeyê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ê Herêma Federal a Kurdistanê di sala 2021'an de êrişeke berfireh da destpêkirin. Di êrişên ku ji hewayî û bejahî ve hatine destpêkirin çekên qedexekirî û kîmyewî hatin bikaranin. Di êrişên ku zêdetirî 3 sal in berdewam dikin de, dewleta tirk bi hevkariya PDK'ê gelek gir dagirkirin û baregehên xwe yên leşkerî tê de avakirin. Ji ber êrişan heta niha gelek gundên derdora herêmên ku şer diqewime hatin valakirin. Dewleta tirk a ku li ser herêmê êrişên xwe didomîne hê niha jî armanca xwe pêk ne anî ye. 
 
Rojnameger Kurtay Serhat der barê geşedanên li herêmê diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'NAVENDA ŞER ROJAVA, ZAP Û METÎNA NE'
 
Rojnamager Serhat Kurtay, diyar kir ku dewleta tirk şêwazê ku li bajarê Babê daye meşandin bi heman şêwazî berê xwe da herêmên Federal a Kurdistanê û wiha axivî:" Êrişên artêşa Tirk yên bi vê şêwazê esas di sala 2016'an heya niha berdewam dike. Despêkê li Surîyeyê ev şêwaz meşandin û aliyekî jî encam girtin, ew encamê ku girtin jî li hevkirina bi DAIŞ’ê re girtin. Komeke DAIŞ'ê li Babê ev rewş qebul nekirin û bi artêşa Tirk re şer kirin ji ber wê artêşa Tirk gelek windahiyên mezin da û bi mehan bajarekî biçûk ê weke Babê nekarî kontrol bike. Bi kurtahî ev gava artêşa Tirk a despêkê bû, ew şerê Babê jî zêde nekirin mesele,gotin gavên destpêkê ne û jixwe ev kom jî komeke biçûk e û dê demek şûnde hatin tesfîyekirin û ew der kontrol kirin. Piştre ev şêwaz di sala 2018'an li Efrîn û herêma Xakurkê 2019-2020 li Heftanîn, 2021'an li Avaşîn, Zap û Metîna xistin meriyetê û heya niha jî bi vî awayî dixwazin bimeşînin. Çima dibêjim ‘dixwazin’ bimeşînin? Jiber ku piştî wê operasyona têkçûyî a 10-14 ê Sibata 2021'ê li Garê rewş êdî bi temamî berovajî li artêşa Tirk zîvirî. Ji 2018'an ew cîhên ku leşker lê hatina danîn anku Xakurkê heya Heftenînê niha jî artêşa Tirk bi temamî kontrol nekariye çêbike, nikare rê li çalakî û derbên gerîla bigre. Bi qasî ku em dişopînin li Efrînê jî heman rewş heye anku ev şêwaza ku bi dagirkerî hêza leşkerî dagir bike û kontrol bike têk çûye. Bêguman dem dem navenda vî şerî tê guhertin jiber ku niha navend bêhtir li rojavayê Zap û Metînayê ye ji ber wê bi giştî ev rewşa heyî nayê zanîn."
 
'QADEKE BERFIREH ÇÊDIKE'
 
Rojnameger Serhat, bi lêv kir ku di sê salan de dewleta tirk nêzî 100 noqteyên leşkerî çêkirine û wiha got:" Ji 10’ê Sibata 2021’an heya niha bi giştî zêdetirî 100 xalên leşkerî hatine çêkirin. Ji van xalên leşkerî qismekî jê demkî hatine girtin, lê qismekî zêde wek baregehên mayînde yanî wek qalekol têne çêkirin, lê çekên giran wek tanq, obus û sîstemê parastina hewayî hatine bicîhkirin, pîstên helîkopteran û dîsa rêka bejahî jî piranî hatine çêkirin. Anku piranîya van xalên leşkerî bi awayekî mayînde têne çêkirin. Ji bo rewş were fêmkirin ez bo we mînakekî bidim, niha ji Girê Amedîyê heya Girê Biharê anku herêmekî 10 kîlometre dirêj û firehiya xwe jî cîhê herî fireh 5 kîlometreye artêşa Tirk li qadekî vî awayî de 14 baregehên leşkerî ku bi hezaran leşker û çekên giran tê de hatine bicîhkirin çêdike." 
 
'JI XAKÛRKÊ HETA HEFTANÎN BI SEDAN BAREGEH ÇÊKIRINE'
 
Rojanemeger Serhat, anî ziman ku baregehên Tirkiyeyê ji aliyên hêzên PDK'ê ve tên parastin û wiha domand:"Li gel vê bi dehan baregehên hêzên PDK’ê jî hene ku parastina van baregehên artêşa Tirk dikin. Lê dîsa jî nekarin li vê herêmê pêşî li çalakî û derbên gerîla bigrin. Ev mînak tenê rewşa heyî baş dide nîşandan. Ji Xakurkê heya Heftenînê bi sedan baregeh hatine çêkirin û rêyên bejahî têne çêkirin û li gel wê şer ji bi hemû awayî berdewame dike. Ji bo wê hejmarekî zelal mirov nikare bêje. Lê wekî mînakê ku me dayî de herêmên dîtir jî rewş ne kêmî wê ye. Divê rewşa qada şer baş bê şopandin. Qasî ku me fêmkirî bi giştî li Tirkiyê her kesekî gotinê rayedarên dewlet û artêşê dinêre û kesên ku bawer nakin jî çavkanîyên HPG’ê dişopînin û dizanin lê raste rast nabêjin." 
 
'BIHOSTEKÊ JÎ PÊŞVE NEÇÛNE'
 
Rojnameger Kurtay Serhat da zanîn ku dewleta tirk li tevî hemû derfet û êrişên xwe jî heta niha nekariye ku qadên endamên PKK'ê tune bike û wiha pê de çû: "Bêguman armanca dewleta Tirk berfireh e lê ger em mijara leşkerî de bigrin dest armanc ew bu ku wek Bahçelî digot ‘ala Tirk li lûtkeyên Qendîlê bihejînin’ bû. Anku heya Qendîlê planê ku dagir bikin hebû. Li gorî vê taybet ji dewletên Rojavayî û NATO’yê piştgirîyek mezin girtin. Li gel vê Kurdê hevkar jî dan gel xwe, bawerkirin ku wê vê care bikaribin gerîla tune bikin. Lê gava despêkê de xitimîn û her rojekî ku derbas dibe jî ev derfet û piştgirîya heyî dihele. Jiber ku gorî hedef û armanca ku dabûn pêş xwe ne gavek encax bihostek pêşveçune. Ger hûn dixwazin pêşveçûna artêşa Tirk bibînin vekên nexşeyekî lê mêze bikin ji sînorê Çelê heya Kûrojaro karibûne pêşvebiçin yanî 25-30 kîlometre û ev jî 4 sale nikarin safî bikin, yanî nekarîne çeperên gerîla tune bikin. Baş e ji sînorê Çelê heya Qendîlê teqrîben 250-300 kîlometre ye, divê tabloyê de gelo pêşveçun heye an paşveçûn? Rewş bi vî awayî zelale." 
 
'PDK NOBEDARIYA LEŞKER Û BAREGEHAN DIKE'
 
Bi domdarî Serhat Serhat bi lêv kir ku di şer de PDK ji bo piştgiriya xwe ya bi Tirkiyeyê re seferber e û got ku gelek deveran jî leşkerên tirk bi kincên peşmergeyan di çeperên şer de cihê xwe digirin û ev tişt anî ziman:"  Rewşa PDK’ê pir trajîk e mixabin. Vê hevkariya qirêj ku dikin jî bi nave Pêşmerge dikin. Ev peyva pîroz jî herimandine. Rol û rista PDK’ê niha herêmê berbiçave. Tişta ku dixuye ew e ku nobedariya leşker û baregehên Tirk dike. Vê pirsê endamekî PDK’ê li wê herêmê jî bikin hunê bersivek bi vî awayî werbigrin. Tiştê trajîk jî ew e ku vê hevkariyê êdî gelê herêmê û PDK jî asayî dibînin û qebûl dikin. Belê raste gelek cîhan taybet despêkê ku artêşa Tirk bikeve tevgerê vê rêbazê bikartînin. Dîsa hîn herêmên tampon navbera gerîla û PDK’ê de ev rewş heye, jixwe belge jî hene û hinek di medyaya cîvakî de hatine belavkirin. Ev tiştek veşartî nîne." 
 
'KANÎ Û ZINDÎ TÊN BOMBERARANKIRIN'
 
Di berdewamê de Serhat bal kişand ser bandora şer a li ser xwezayê û  diyar kir ku dewleta tirk di teknîka ku pêş xistiye de dikarin mirovekî yan jî zindiyekî ji hev cuda bike û got ku li tevî vê jî zindiyên herêmê jî hedef digire û qetil dike û wiha derbirî: "Cîhanê de mînaka vê hişmendîyê nîne. Jixwe bi salane ji ber bombebarana û şewatê xweza û hemû zindîyên herêmê raste rast hedefa artêşa Tirk dane. Bifikirin keriyên Beraz û Pezkoviyan hatine bombebarankirin. Kaniyên herêmê tên bombebarankirin. Mirov dema dibîne mirov çi wateyê nadê. Beraz û Pezkovî zindîyekî bê zirarin anku bi çi sedeme têne kuştin? Despêkê me digot teknîka wan baş nîne zindiya jî hev dernaxin, piştre me kêmek teknîk naskir me dît ku em gelekî paqij nêzbune ne wisaye niha bi teknîkekî dest her kesekî de ajalekî û mirovekî ji hevdû tê cudakirin. Başe lê kanî bombebarankirin çi gotiye? Yanî talan jixwe tê kirin lê esas tiştê heyî tiştê ku niha tê kirin ji alîyê dewlata Tirk ve qirkirina xwezayê ye." 
 
'100 GUNDÊN HERÊMÊ HATINE VALAKIRIN'
 
Rojnameger Kurtay, da zanîn ku li herêmê heta niha 100 gund hatine valakirin û bi lêv kir ku di encama zext û zordariyên PDK'ê de sîxûrtî şeniyên herêmê tê ferzkirin û got:" Nêzî 100 gund niha hatine valakirin û her roj têne bombebarankirin û şewitandin. Ev pratîka para xwe a mezin ya PDK’ê ye. Dewleta Tirk jixwe vî karî dike. Lê niha gundê ku herêmê têne valakirin ji zexta dewleta Tirk zêdetir bi zexta PDK’ê hatine valakirin. Dengê xelkê herêmê nayê bihîstin sedema serekî jî ewe. Jiber ku fermî bi fermana hikûmeta herêmê ev gund hatine valakirin. Bi kurtahî, PDK bi israr şerê ku di nav baregeh û kozikê dewleta Tirk de berdewam dike derdixe dike nav gundê hejar ên herêmê wan dike hedef û wêran dike. Lê xelkê herêmê taybet van 4 salên dawî de gelek rastî bi çavê xwe dîtin. Ji ber vê êdî xelkê herêmê nayê van lîstokan. Bêguman hîn kesê xwefiroş hene lê bi giştî xelkê herêmê vê der barê de hişyar bûye." 
 
'GER PDK Û IRAQ HEVKARIYA XWE BIDOMÎNIN DÊ ŞER KÛRTIR BIBE'
 
Rojnameger Serhat, diyar kir ku heke ku hikûmeta Bexda û Hewlêrê piştgiriyê nedin şerê ku dewleta tirk daye destpêkirin êdî taqeta Tirkiyeyê yê şerkirinê namîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji niha ve tiştek zelal gotin zehmete. Ez dikarim tiştekî tenê zelal bibêjim vê der barê de ev jî ew e ku dewleta Tirk planê wê yê der barê tunekirina gerîla xitimî ye û ber bi têk çûyinê ve ye. Lê hîn dev ji vê plana xwe berneda ye. Jiber vê bi Iraqê re peyman çêkirin û disa PDK'ê wek hêzekî paramîlîter bi kar tînin. Anku dewleta Tirk hîn plana xwe de israr dike, niha rewşa heyî ya PDK û Iraqê jî ji bo vê guncav e. Ger PDK û Iraq vê hevkariya xwe berdewam bikin ev şer wê kûrtir û xetertir be. Lê ger xwe tev li nebin tu hêviya dewleta tirk namîne. Niha bi van gavan re tenê emrê xwe dirêj dike." 
 
'PKK MEZINTIR Û BIHÊZTIR DIBE'
 
Kurtay Serhat, bi lêv kir ku dewleta tirk her ku diçe lawaz dibe û vê lawazbûna xwe jî li ser siyaseta "tunekirina PKK'ê" diveşêrîne û ev tişt got:"Bi qasî ku em dibînin berovajî van gote gotan, PKK her ku diçe mezintir û bihêztir dibe. Dînamîkê ku PKK xwe dispêrê, şêwaz û rêbazê PKK ne dewleta Tirk ne hêzên global û herêmî çi kesekî ev tevgera baş naskirî û gor wê şîrove bike nîne. Jibo wê kengê ev gote got zêdedibin û her kesekî didin bawerkirin ku PKK ber bi xilasbûnê ye, wê demê de PKK pêngavên mezintir davêje û cardin hemû şaşo maşo dibin. Minak niha propagandaya sereke a dewletê ya der barê PKK’ê de çi ye? Dibêjin me hundirde PKK xilas kir. Niha qismekî biçûk li başûrê Kurdistanê maye em ê wan jî demekî nêz de xilas bikin. Tişta eceb gelek kes bi cidî bawer dikin. Heta hineka ji wan ji bo çalakiyên Enqerê digotin ji xwe PKK xilas bûye ev hewldanên dawîn e. Kurtahî raya giştî a Tirkiyê bi vê derewê dane bawerkirin, gelek ji wan jî ji ber ku dewlet dibêje û dewlet liber çavê wan mezine ew jî gotinê dewletê her care bawer dikin."  
 
'GER KU HÊZEKE BER BI TUNEBÛNÊ VE EV TABLO PÊKANE YE GELO?' 
 
Rojnameger Kurtay Serhat, axaftina xwe wiha qedand: "Bila her kesek xwe bipirse ka PKK bi rastî hundirde xilasbûye yan jiber şert û mercên heyî şêwaz û rêbazê xwede guhartin çêdike? Ger xilasbibûya wê çawa çalakiyên weke çalakiyê Enqerê yên profesyonel û nimûneyên xwe nîne bikira. Ruxmê kû hedefên baştir û hêsantir hebûn çima taybet Enqere û ew herdû cîh hatin hedef girtin? Disa ewqasî operasyon çima tên lidarxistin? Ev 4 sale her roj, her meh, her sal dibêjin ha îro ha sibê wê qilf bê girtin çima ew qilf nayê girtin? Ger hêzekî ber bi xilasbunê be ev tablo pêkan e gelo? Bila her kesekî van pirsa  ji xwe bike û kêmekî rewşa heyî di dewletê mêze neke wê demê wê rastiya başbibîne. Ka rejîma Erdogan ber bi xelasbunêye ve ye an PKK?"

Sernavên din

13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarok di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye
11:01 Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe
10:19 Li dijî ‘provokasyonên li girtîgehan' hişyarî
10:18 Di sala 2025’an de Îran û Rojhilat: Bû saleke krîzên piralî
09:32 'Divê jin di 4’ê Çileyê de azadiya Abdullah Ocalan biqîrin'
09:29 Ercan Yilmaz: Raporên ku ji Meclisê re hatine pêşkêşkirin ji bo çareserkirina pirsgirêkê kêm in
09:14 Bi gopalên xwe çal koland û ‘tovên hêviyê’ çand
09:09 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Divê gel waliyan jî hilbijêre
09:01 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin