NAVENDA NÛÇEYAN– Endamê Sarokomarê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bersiv da pirsên şaptorên xwe yên #Ji Demirtaşdipirsim hasthagiyla twitterê.
Endamê Serokomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaşê girtî bersiv da pirsên şopdarên xwe yên #Ji Demirtaşdipirsim hasthagıyla twitterê.
Hin pirs û bersivên ku şopdarên Demîrtaş ji Demirtaş kiribûn û Demirtaş bersiv dabûn ev in:
Pirs: Hun qe fikîrîn ku dev ji têkoşînê berdin ango fikreke weyê wusa qe çêbû?
Demirtaş: Têkoşîn wek cîgarêye ku hun berdin. Têkoşîn wek ‘av’êye heke hun dixwazin dev ji vexwarina avê berdin. Spas û silav...
Pirs: Ez dixwazi vê pirsê bikin we di HDP’ê dest dest bi siyasetê kir. Hun hatin girtin, her cure heqaret li we bûn, hemahema hun her tişî jiyan. We qe got ez dev ji siyasetê berdim û heyata xwe ya mayî ligel malbata xwe di nava aramiyê de derbas bikim?
Demîrtaş: Wek keseke ku ez hatime hilbijartin min xwest ez dev ji siyasetê berdim. Lê bi tu awayî fikreke min a dev ji têkoşînê berdim nîne û çê nebû. Spas û silav.
Pirs: Erdogan li Amedê got ‘Hemdê Xweda şikir me pirsgireka Kurd çareser kir’. Girtina we û hevalên we çiqa vê ‘çareseriyê’ hêsan kir!?
Demirtaş: Hun zanin Erdogan herî zêde bi gotina ‘Kurd êdî dikarin di hevdîtinên girtigehan de bi zimanê xwe biaxivin’. Ew dibêje qey hemû Kurdan bike girtîgehê dê pirsgirêka zimanê zikmakî yê kurdî jî çareser bibe. Wek mantiq dibe ku rast be lê bi exlaqî xelete û şaş e.
Pirs: Erdogan di heman axaftina xwe de dibêje partiya we li Amedê heta ‘quleya seetê’ jî hilweşandiye. Hun çima vê xeletiyê dikin? Ji ‘quleya seetê’ çi dixwazin?
Demîrtaş: Dertê holê ku Ji bo hinekan cehalet bextewariye, ev jî ji wan bextewariyan yek e ku bê ku haya xwe jê hebe aşkera kiriye. Xwest çamur biavêje me, lê di çamurê de ma.
Pirs: Hun dê polîtîkayeke çewan ya çandî bidin meşandin? Di danezana we ya hilbijartinê de ev nîn e.
Demîrtaş: Em dê di pêşiya mudaxele û bisînorkirina dewletê ya li ser qada çandê bibin asteng. Em destek û teşfîka bidin xebatê li qada ziman, huner, edebiyat, folklor û çewaniya jiyanê ; her wiha ji bo ku çand bê parastin, bê li pêşxistin û karibe teybetmendiya xwe biparêze jî. Em dê ‘qavrama hunermendê dewletê’ ji holê rakin. Bê ku em di navberê de cihêkarî bikin ji bo hemû çandan destek bidin ku hemû çand karibin hemû dewlemendiyê xwe biparêzin, li pêş xin û bihuliqînin. Dev ji spartina çandê berdin û ji bo parastina çandê destek bidin û şert û mercên ewlehiyê biafirînin.
Pir: Hilbijartina serokomariyê di tura duyemûn de ji bo kesên din hunê destekê bidin endamên muxalefetê?
Demirtaş: Em li çewaniya helwesta wan a li ser siberoja welat û civakê mêze dikin û helwesta xwe diyar dikin. Sipas û silav...
Pirs: Berya referandumê îdamê vead kirin. Niha jî efuyê vead dikin. Li gor we gelo vana bi me dilîzin? Ango ew ji ihtîmala ku em ji gotina wan a ‘ji bo biçin fezayê dê riya ji 4 şerîtan pêk tê çêkin’ dê bawer bikî van tiştan vedibêjin.
Demirtaş: Ez diwê texmînêdeme ku dê Îdam û efuyê bi hev re derxin:) Dibe ku piştî girtiyan îdam bikin wan efu bikin û berdin:) Spas û silav...
Pirs: Ez wek muzîkjene komaleya Çand û Hunera Dîcle Firat ya ku hatî girtin ji we dipirsim gelo politikaya we ya çand û hunerê dê çibe? Ji bo wan saziyên me yên hatin girin, koroya meya zarokan ku hat belawelakirin, xwendekarên me, cih û warên me, keda me û ya herî girîng çanda me?
Demîrtaş: Dîcle Firat jî di nav de em ê hemû navendên çandê carek din vekin. Ji bo hemûyan dê wazaret di ser rêveberiyên herêmî de destek bide. Yek jî qewleke te heye ji bo min ku tuyê dersa notayan hînê min bikî. Tu jî dê êdî wê qewlê xwe pêk bînî:) Spas û silav...
Pirs: Gotina weya ya li ser ‘Sektora Karsaziya Taybet ku hemû patron destur nadin kargeriya bi sendiak pêk bê di hefteyê de 45 saet xebat + mesayiya zêde ferz dike û karkeran mehkumê xwe dike’ dê çibe?
Demîrtaş: Em dê dema xebatê ya di nava hefteyek de kêm bikin. Pêkhatina sendîkayê teşfîk bikin. Bi tetbîrên zexim em ê rê li pêşiya karê bê ewle bidin girtin. Sipas û silav…
Pirs: Qe tişta ku hê hun li derve bûn we nedît û piştî ku ketin girtîgehê wedît û we got ‘sed heyf min çewan vê nedît û nekir’ heye?
Demîrtaş: Gelo çima min hê zutir xwe ji van telefonê ‘biaqil’ rizgar nikir:))
Pirs: Ez ji dil bawer dikim ku li gel rewşa weya girtî ya bê adil jî çareseriyên we yên heqanî û adil ên li ser çaresiya pirsgirêkên welat hene. Ev meseleyeke hineke şexsîye lê ligel vê jî pirseke min heye. Keça ku ez jê hez dikim ji min bawer nake #ji Demirtasdipirsin gela dê Başkanê min çi peşniyarê min bike?
Demirtaş: Ew bawer nake ku tu ji wî hez dikî an ji tu tişteke te bawer nake? Bo ku pirs ne zelal ez nikarim bersiv bidim:) Li gor min li henber hezkara xwe ji dil û vekirî tevbigere, ew dê ji te bawer bike:) Selavs.
Pirs: Di pirtirê hevpeyvînên xwe de hun dibjin ku "Me di siyasetê de zimaneke nû huliqand’ gelo hun bi vî gotina xwe dixwazin çi bêjin. Nirx, çarçove û zagona ew zimanê we huliqan çine? Ev “zimanê nû yê siyasetê " dê di nav civakê de çi guhertinan biafirîne?
Demîrtaş: Di cihê zimaneke qure, desthilat, mêro, otorîter, êdinin kirin, nobran û kaba de zimaneke wek hev, çareserî diafirîne, azadperwer, cihêkariyê naafirîne, ji dil û zîz dê di nav civakê de xetê fay yên sosyolojik ji holê rake, ji bo çareseriya pirsgirêkan jî dê hevkariya çareserkirinê hêsan bike. Sipas.