ÇEWLIG – HDP dê di 10’ê hezîranê de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi şîara “Ma Vûn Hîn Bes (Êdî Bes e)” mitîng li dar bixe.
Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), dê di 10’ê hezîranê de li Duriya PTT’ê ya Çewligê roja yekşemê bi şîara “ “Ma Vûn Hîn Bes (Êdî Bes e)” mitîng li dar bixe. Wê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan tev li mitîngê bibe û Koma Çiya jî bi hunera xwe wê cihê xwe bigire.
Rêxistina HDP’ê ya Çewligê ku bênavber xebatên hilbijartinê didomîne gelê Çewligê vexwend mitîngê û got: “Wê Çewlig bi HDP’ê nefes bistîne. Ji bo avakirina jiyanek birûmet em li Duriya PTT’ê kom bibin.”