MELETÎ - Serokê Komeleya Hemwelatiyên Wekhev a Elewî Erdogan Unverdî, diyar kir ku HDP ne tenê partiya Kurdane, derket holê ku partiya 81 mîlyonan e û got: “Em hêvîdarin ku HDP di 24’ê Hêzîrana de hemû destkeftiyên xwe yên hilbijartina 7’ê Hezîranê cardin bi dest bixwe.”
Rêveber û namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Meletiyê, li taxa Paşakoşku ya kolan Hasanbey çûn serdana Komeleya Hemwelatiyên Wekhev a Elewiyan.
'HDP WEKE PARTIYA 81 MÎLYONAN DERKET PÊŞ'
Serokê Komeleya Hemwelatiyên Wekhev a Elewî Erdogan Unverdî, xêrhatina namzetên HDP’ê kir û wiha axivî: “HDP partiya xîtapî 81 mîlyonan dike ye. HDP ne tenê partiya Kurdana, weke partiya 81 mîlyonan derket pêş. Em hêvîdarin ku HDP di 24’ê Hêzîrana de hemû destkeftiyên xwe yên hilbijartina 7’ê Hezîranê cardin bi dest bixwe. Em tim li gel wene.”
‘TÊKOŞÎNA HDP Û ELEWIYAN YEKE’
Hevseroka HDP’ê ya bajêr Perîhan Yucekaya jî, diyar kir ku wan bendav derbas kir û wekîlên xwe şandin Meclîsê û wiha got: “Lê wekîlên me girtin û wekîltiya wan betal kirin. Armanc dikin ku HDP’ê dibin bendavê de bihêlin. Têkoşîna HDP û Elewiyan yeke. Weke têkoşîna jinan a di HDP’ê de ye. Felsefeya Elewîtiyê, bi jin, jiyan û xezayê re yeke. Ger jin jiyan û xeza be, xeza û jiyan jî pîrozin. HDP ji bo jin û Elewiyan bû hêvî. Em bawer dikin ku baweriya Elewitiyê, di 24’ê Hezîranê de ligel me be.”