Demîrtaş: HDP di bin bendavê de namîne, lê dikarin dibin bendavê de bihêlin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomarîyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku HDP di bin bendavê de namîne, lê dikarin di bin bendavê de bihêlin û got: “Êdî ev ne tenê pirsgirêka HDP’ê ye. Ji ber vê dê hinek dengên xwe bidin HDP’ê, lê hinek jî dikarin hewldanên dizekên dengên HDP’ê asteng bikin.”
 
Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin Selahattîn Demîrtaş, mulaqat da qenala televîzyona Elman ZDF. Demîrtaş behsa şert û mercên girtina xwe kir û got: “Şert û mercên girtîgehê ne pir başin û derfetên me gelek kêm in.”
 
ROJÊ 4 SAET XEW TÊRÊ DIKE
 
Demîrtaş, diyar kir ku li girtîgehê derfetên ji bo kampanya hilbijartinê nîne û wiha got: “Çi ji destê min tê ez dikim. Li vî cihê teng jî hewl didim bixebitim. Rojê 4 saetan xew têra min dike. Bi rêya parêzerên xwe, hewl didim nêrînên xwe bigihîne derve û bersivê bidim peyamên ji derve tên.”
 
Ji bo pirsa 'li bendê ye ku bê berdan an na?' Demîrtaş ev bersiv da: "Eger zext li dadgeriyê neyê kirin, di her kêliyê de dikarim bêm berdan. Ya normal, ya qanûnî ev e. Lê dadgerî li gorî hiqûqê tevnagere. Li gorî desthilatdariyê û Erdogan dixebite. Erdogan jî ji bo neyêm berdan kampanyayê dimeşîne. Her roj bangê li dadgehan dike."
 
‘DOZ BI ZEXTA DESTHILATDARIYÊ HATIN VEKIRIN’
 
Demîrtaş bi bîr xist ku nêzî 20 doz lê hatine vekirin û temamiya wan jî ji ber axaftinên wî yên siyasî ne. Demîrtaş got, "Ev doz bi zext û hewldanên desthilatdariyê hatin vekirin. Heman zext hîn jî dewam dike. Heta niha ji darizandineke adîl re nebûme şahid."
 
‘EZ NE GIRTÎ ME, EZ DÎLGIRTIYEKÎ SIYASÎ ME’
 
Demîrtaş bi dewamî got, "Derbarê min de hukmekî mehkûmiyetê ku ji aliyê dadgehên herêmî ve hatiye dayin nîne. 20 meh in hîn darizandina gelek dozan dest pê nekirine. Di vê dozê de ku bi rengekî girtî têm darizandin, 20 mehan tenê 2 caran derketim pêşberî dadger. Bêyî ku darizandinê bikin min girtî dihêlin. Lewma ez girtiyek nînim, ez dîlgirtiyekî siyasî me."
 
‘EDALET BI ERDOGAN RE NÎNE’
 
Demîrtaş bersiva tund a Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya li ser daxwaza berdana wî nirxand û got, "Bi kampanyayeke bi serkêşiya Erdogan li dijî min atmosfereke lînçê diafirînin. Hewl didin zextê li dadgehan bikin. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo vî welatî ti xêr ji Erdogan nayê."
 
Demîrtaş got, "Erdogan bi ti awayî ji serweriya hiqûq û edaletê bawer nake. Siyasetmedarekî welê ye ku li dijî hevrikekî xwe yê girtî ye kampanya lînçê dimeşîne û li ber xwe jî nakeve. Ji siyasetmedarekî wiha demokrasî nayê hêvîkirin."
 
‘JI YEKÎTIYA EWROPA Û ELMANYAYÊ TIŞTEKÎ HÊVÎ NAKIM' 
 
Ji bo pirsa "Hûn nêzîkatiya welatên Yekîtiya Ewropayê û Elmanyayê ya li hemberî dozên li dijî we hatine vekirin çawa dinirxînin?" Demîrtaş ev bersiv da: "Weke şexs tiştekî ji welatên Yekîtiya Ewropayê û hikumeta Elmanyayê hêvî nakim. Bila nebin asteng, ew bes e. Nezantî ye ku mirov ji hkumetên ku pîvanên xwe binpê dikin li benda hurmeta li demokrasî û mafên mirovan bin. Ez ji gelê xwe, ji hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê, ji gelên Ewropayê bawer dikim."
 
‘JI BO ME KARÊ SEREKE DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ YE' 
 
Demîrtaş, di dewama axaftina xwe de ragihand, eger ew di hilbijartinê de bi ser bikeve wê karê wan ê sereke çêkirina 'destûra bingehîn a nû' be û got, "Em ê destekê bidin pêvajoya çêkirina destûreke bingehîn a nû ku mafên hemû beşên civakê û welatiyan ewle dike, azadiyê, wekheviyê, serxwebûna dadgeriyê, rêveberiya parlamenter, rêveberiyên herêmî yên xurt, azadiya jinê, mafên hawirdorê, mafên heywanan û hemû qadên azadiyê garantî dike."
 
Demîrtaş bi bîr xist ku hilbijartin di nava şert û mercên Rewşa Awarte de tê kirin û wiha bilêv kir: "Li hemberî me desthilatdariyek heye ku li ber têkçûnê ye. Ji ber vê yekê, ne tenê li hemberî dengdêrên HDP'ê, dibe ku li her cihî dek û dolab bên gerandin. Her kesên ku dixwazin vê rewşê biguherînin, divê 24'ê Hezîranê biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û piştre jî xwedî li dengê xwe derkevin."
 
‘REWŞA MEDYAYÊ NEBAŞ E’
 
Demîrtaş li ser rewşa medya Tirkiyeyê diyar kir ku di rewşeke nebaş de ye û got, "Yek du heb ne di nav de, bûne koroyek ku heman strana nexweş dibêjin." Demîrtaş anî ziman, ew û HDP di medyayê de cih nagirin û got, "Dibe ku zext li wan tê kirin, lê belê tişta ku ew niha dikin ne ya qebûlkirinê ye."
 
Demîrtaş biryara guhertina cihê dengdanê li bajarên Kurdan nirxand û got, "AKP hewl dide encamên hilbijartinê li gorî xwe eyar bike. Ji ber tifaqa bi MHP'ê re kir, gelek dengê Kurdan winda kir. Bi vî rengî dixwaze van dengên windakirî bi vê rêbazê bi dest bixe." Demîrtaş destnîşan kir ku ev yek skandal e û bang li her kesî kir ku roja hilbijartinê xwedî li dengê xwe derkevin.
 
‘HDP PARTIYA DIYARKER E’
 
Demîrtaş anî ziman ku HDP di hilbijartinê de partiya diyarker e û got, "Ez vê yekê nabêjim, matematîk vê dibêje. Dengdêrên HDP'ê hem di hilbijartina parlamentê, hem jî ya Serokomariyê de diyarker in."
 
HDP LI BENDÊ NAALIQE, LÊ DIKARIN BIALIQÎNIN
 
Demîrtaş destnîşan kir ku pirsgirêka HDP'ê ya benda hilbijartinê nîne û wiha dewam kir: "Li bendê naaliqe, lê dikarin bialiqînin. Rewşa Awarte jî derfetê dide vê yekê. Lê belê, ev yek ne tenê pirsgirêka HDP'ê ye. Ji bo pêşî li vê bê girtin, hindek dikarin dengê xwe bidin, hinekî jî dikarin pêşî li dizîna dengê HDP'ê bigirin."
 
MESAJEKE BALKÊŞ DA MERKEL
 
Demîrtaş mesajek da hikûmeta Elman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Silavên min li şansolye Merkel bikin. Ya rast wê ji niha ve Erdogan vexwendiye ji bo piştî hilbijartinê. Lê wê neçar bimîne weke Serokkomarekî teqawîtbûyî malovaniyê ji Erdogan re bike."
 

Sernavên din

08/06/2018
14:03 Li Erziromê nimêja înê ya sivîl hat kirin
13:42 Çewlig xwe ji bo mitînga HDP’ê amade dike
13:37 Ji ber ku dirûşmeya ‘Bijî HDP’ berz kir hat binçavkirin
13:26 Li Xarpêtê serdegirtina malan: Nêzî 20 HDP’î binçav kirin
13:04 Komeleya 78'an: Dengê me ji HDP'ê û Demîrtaş re ye
12:42 Komeleya Hemwelatiyên Wekhev a Elewî: Em tim li gel wene
12:41 Ciwanên Qoserî ji bo hilbijartinê lîstika şano lîstin
12:20 Demîrtaş: HDP di bin bendavê de namîne, lê dikarin dibin bendavê de bihêlin
12:17 Namzetên HDP’ê bi şîara ‘dengek jî dengek e’ gund bi gund digerin
11:47 Taziyeya siyasetmedarê Kurd Ozbek didome
11:15 Malbat ji bo biçin Îmraliyê cara 79’emîn serledan kirin
10:30 Serdozgeriyê îtîrazî beraeta 47 siyasetmedaran kir
09:58 Olçen: Li Minbicê binêre Kibrisê bibîne
09:56 Rojnameger Ozturk hat binçavkirin
09:47 Bi berdêla pakêtên zexîreyê ew birin mitînga Erdogan
09:46 Ji ber medya civakî li Edenê 15 binçav kirin
09:40 30 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
09:39 Sarisaç: Em dê li Wanê 8-0 wekilan derxin
09:24 Ji bo HDP’ê stran nivîsand
09:23 5 caran heman soza dan, lê yek jî bi cih neanîn
09:22 Neviyên kesên di Serhildana Agirê de hatin sirgûnkirin: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
09:21 ‘Em rojekê dixebitin 7 rojan naxebitin’
09:20 Namzeta HDP’ê ya ciwan Guneş: Eger deng neyên dizîn ez ê biçim Meclîsê
09:19 Hatîmogûllari: Em ê şerê mêran ê li Meclîsê biguherînin
09:19 Turan: Riya wekheviyê HDP ye
09:16 Midûrê girtîgehê ji bo girtiyê krîza dil derbas kir: Eger nemire wî nebin
09:15 Li Mugla niha dema jinan e
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2018'AN
07/06/2018
19:24 Malbatên Roboskî di hefteya 336'an de lêgerîna edaletê berdewam kirin
18:41 Dozger serlêdana parêzerên Ocalan cara 762’yemîn red kir
18:35 Namzeta HDP'ê Cemîle Aydin: HDP projeya Ocalan e
18:09 Xebatkarên Qeyûm li Farqînê alên HDP'ê daxistin
17:26 Li Farqînê 400 donim zeviyên genim şewitî
17:05 Qeymeqam belavokên AKP’ê belav kir
16:54 Temellî: Em ê di 24’ê Hezîranê de ya şer an jî aştiyê erê bikin
16:51 ‘Adresa çareseriyê em û HDP ne’
16:07 Talûkeya jiyana Ertekîn ê TOMA ew eçiqand didome
16:00 Nobeta edaletê di hefteya 62’yemîn de ye
15:52 Balûken: Ava cewher a Dara Jiyanê aştî ye, teamê wê jî evîn e
15:24 Sewqiyata leşkerî ya ber bi sînor didome
15:02 Cezayê pere li Midûra Karê Nivîsan a DÎHA Muftuoglu birîn
14:15 Li Îzmîrê gumana mirina jinekê
13:45 Danişîna Baydemîr taloq bû
13:27 Li Qersê qeza: 16 leşker û 2 polîs birîndar bûn
13:15 Polîsan li Geverê 2 ciwan derp û binçav kirin
12:56 Dayîka Aştiyê Halîme Işik a 59 salî hat binçavkirin
12:43 Wezîrê Parastina DYA bersiva Mînbîcê da: Em ê QSD’ê nedin aliyekê
12:38 '48 astengî û êrîş pêk hatin, 30 heb jê li dijî HDP’ê ne’
12:23 Li Boluyê li dijî HDP’ê êrîşa duyemîn
12:19 Parêzerên Ocalan cara 762’yemîn serî li dozgeriyê dan
12:13 Bi şev û roj di nav gel de ne
11:14 Li şûna alên HDP û CHP’ê yên AKP’ê daliqanin
10:55 Belavkirina makarnayên AKP’ê didome
10:49 Zarokê ku ‘HDP û Selo’ nivîsand hat berdan
10:38 Lîstika ‘Qirix’ derket pêşberî hilbijêran
10:31 Dîwarê li sînor kurdan ji hev diqetîne
09:31 Parêzer Muhterem Suren dawî li jiyana xwe anî
09:28 Xwendekarên Kurd di hemû deman de tên girtin
09:27 Taşçier: Bi yekîtiya kurdan dê demokrasi bê Tirkiyeyê
09:26 Di AKP’a Amedê de alîgir bi hev dikevin
09:25 Wêneyên dema hestiyên Emekçiyan hatin derxistin hatin kişandin bi dest me ketin
09:25 Karkerên Flormarê: Em ê ddi hilbijartinê de ligel kesên doza kedê dikin bin
09:24 Namzetên ciwan ên HDP’ê: Werin em bi hev re biguherînin
09:23 'HDP partiya Antalyayiyan e’
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2018'AN
06/06/2018
23:33 Ji Geverê ber bi Şemzînanê ve sewqiyata leşkerî
21:47 Li Amedê wesayîta zirxî li welatiyekî extiyar qeliband
20:25 Turk: We navê xwe li rûpelên dîrokê bi tîpên zêrîn nivîsand
18:59 Hemû xwendekarên Bogazîçî hatin berdan
18:41 Temellî: Tu qesrê vala bike, heqê naqliyê emê bidin
17:30 Buldan: Em ê hesabê hilweşandina peykerê Ugur Kaymaz bipirsin
17:11 Xebatkarê Kovara Ozgur Toplum Gur hat berdan
16:49 Li Erzînganê êrîşî HDP’yan kirin
16:37 Bi hinceta xebatên AKP’ê asteng kirin 6 kes binçav kirin
16:29 Partiya Saadetê rapora 'Meseleya Kurd' aşkere kir
16:28 Polîsan flamayên HDP’ê yek bi yek daxistin
15:56 Polîsan namzeta HDP’ê Sema Uçar û 2 kesên din binçav kir
15:53 Namzetên Ciwan çûn serdana malbata Berkîn Elvan
15:47 20 meh ceza dan ajokarê ku Pakize Hazar a 85 salî kuşt
15:46 Ozturk: Êdî kurd baweriya xwe bi AKP’ê nînin
15:35 Namzetên HDP’ê: Em silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin
15:35 Xebatkarên Azadiya Welat beraet kirin
14:32 Girtiyên Kandirayê piştgirî dan gelê Efrînê
14:02 Xwendekarên Bogazîçî: Îşkence li me kirin
13:44 Malbatên xwendekarên Bogazîçî: Divê xwendekar neyên darizandin
13:28 Piştî Roboskî ji cemaetê veqetiya: Hûn çi dibin bibin werin HDP’ê
13:10 Heyeta THEE'yê li Meletiyê dest bi çavderiya hilbijartinê kir
12:51 Li Merîvanê 2 jin bi guman mirin
12:37 Sêrtiyan eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan dan
12:26 Demirtaş mîtîng pêk anî: Demîrtaş nê yê li Edîrneyê girtî ye, Demirtaş hûn in
12:26 Miftî û endamê AKP’ê yê Erziromê bi hev re li gundan digerin
11:50 'Peykerê Ehmedê Xanî bînin pêş çavê xwe û deng bidin'
11:23 Demîrtaş: AKP êdî nikare welêt bi rê ve bibe
11:04 Zengîn a darvekirî hat dîtin defin kirin
10:58 Akademîsyen Aydemir: Tenê HDP ji halê jinê fam dike
10:25 Demîrtaş dê li girtîgehê mîtîngê pêk bîne
09:25 ‘Kirêjiya hewaya li Dîlovasi dê rêjeya dengê AKP'ê kêm bike
09:24 Zeydan li şûna milyonan kesan li Demîrtaş guhdar dike
09:23 Bi roj rojname belav dike bi şev ji bo HDP'ê dixebite
09:23 Neyarî jî pîvan û sincekî wê heye