AMED - Welatparêz Kurd Rifat Ozbek ê 71 salî, li Amedê ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. Hêjayî bibîr xistinê ye ku tevahiya temenê Ozbek di nav têkoşîna siyaseta kurd de derbas bû.
Li Amedê welatparêz Kurd Rifat Ozbek ê 71 salî ji ber nexweşiya dil jiyana pêr dema li nexweşxaneyek taybet a li Amedê ji nexweşiya dil dihat dermankirin çû ser dilovaniya xwe. Ozbek di 1947’an de li navçeya Bîsmila Amedê hat dinê û ji salên 90’î ve bi aktîf beşdarî siyasetê bû. Ozbek di salên herî zor û zehmet de di nava têkoşîna tevgera siyaseta Kurd û rêveberiya GOÇ-DER'ê de cih girt. Ozbek ji ber nexweşiya dil, ev demek dirêj bû dihat dermankirin. Di salên 1993 û 1994’an de piştî zarokên Ozbek beşdarî PKK’ê bûn, bi awayekê bi pergalî tim rastî êrîşa û zextên dewletê hat. Gelek caran xizm, hevjîna û zarokên Ozbek hatin binçav û girtin. Hevjîna Ozbek, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbule Ozbek dema "pêvajoya çareseriyê" dewam dikir hat girtin û 4 salan di girtîgehê de ma. Lê li gel vê yekê jî tu carî dest ji têkoşîna xwe ya Kurdewariyê berneda. Ozbek bêyî ku navber bide xebatên xwe bi awayek aktîf di nava DTP, BDP û DBP’ê de cih girt. Piştî 2 kurê Ozmek beşdarî nava PKK''ê bûn di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dabûn.
Malbat û dost û hevrêyên Ozbek li Goristana Yenîkoyê defin kirin. Malbata Ozbek ji bo sersaxiyê li Mizgefta Bedîûzzaman a li Dîclekentê mêvanan qebûl dike.