Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin

  • rojane
  • 16:06 29 Mijdar 2024
  • |

ENQERE- Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd peyam hatin dayîn.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel piştî hevdîtinê li Navenda Giştî ya CHP’ê daxuyaniyeke hevpar dan. Piştî hevdîtinê li Navenda Giştî ya CHP’ê civîna çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin.
 
Bakirhan diyar kir ku CHP partiya damezrîner a Tirkiyeyê ye û got, “Partiyeke xwedî rabirdû, kevneşopî û mîrateyeke gelekî kûr e. Di damezrandina Komara Tirkiyeyê de, Tirk, Kurd û gelên din kedên mezin dan, têkoşîneke dijwar dan û tifaq kirin. Parlamentoya 1920’an jixwe cihêreng bû û vê hevalbendiyê nîşan da. Hemû rengan di nav xwe de dihewand. Destûra Bingehîn a 1921’an jî ji bo vê tifaqa dîrokî xwedî girîngiyeke guncav bû. Lê bi demê re hem ew meclisa damezrîner, hem jî tifaqa dîrokî ya Kurd-Tirk û hem jî têgihiştina tevayî ya di Destûra Bingehîn 21’ê de hatin înkarkirin û redkirin. Pirsgirêk heya roja me ya îro maye, lê tu kes jê sûd wernegirtiye. Ji ber pirsgirêka Kurd a ku ev sedsal in nehatiye çareserkirin aborî û enerjiya welat ber bi kanalên din ve biherike.“
 
Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “(...) CHP di çareseriya pirsgirêka Kurd de ne tenê bi axaftin û tevkariyê, bi zanîn û ezmûna xwe ya berê dikare roleke pir girîng bilîze. Em bawerin ku ew ê bilîze. Îro herdu partiyan li ser mijarên weke em çawa dikarin xalên hevpar zêde bikin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bingehek demokratîk ava bikin rawestiyan. Bi nirx û girîng bû. Rojeva me ya din jî rojeva qeyûman bû. Qeyûm li Tirkiyeyê hêdî hêdî ber bi rejîmeke rêveberiyê ve diçe. Berê qeyûm tenê ji bo şaredariyên DEM Partiyê dihatin tayînkirin, niha qeyûm tayînî şaredariyên CHP'ê jî tên kirin."
 
Bakirhan pirsa serlêdana wan a hevdîtina bi Rêber Apo re bersivand. Bakirhan anî ziman ku heta niha tu bersiv negirtine lê li benda bersiveke erênî ne.
 
'EM AMADE NE ROLA XWE BILÎZIN'
 
Ozgur Ozel bertek nîşanî desteserkirina qeyûman da. Ozel axaftina xwe wiha domand: “Ez vê yekê careke din diyar dikim, divê pêvajo li ser bingeha lihevhatineke civakî ya zelal û jidil bimeşe, cihê ku ev pêvajo lê were meşandin divê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê be. Divê tu partî û beşên civakê neyên dûrxistin. Di avakirina lihevkirineke civakî de divê beşên civakê yên herî mexdûr li ber çavan bên girtin.
 
(...) Ger jidil û zelal tevbigerin, Tirkiye ev pirsgirêka 40 sal in çareser nekriye û bûye sedema ku gelek tiştan bi Tirkiyeyê bide windakirin, me hemûyan êş kişand û hem di aliyê manewî û hem jî di aliyê madî de gelek windahî hene, dikarin vê pêvajoyê veguherînin pêvajoya aştiya civakî. Ev wê fêdeyê bide hemû beşên Tirkiyeyê. Wê Tirkiyeyê di têkiliyên navneteweyî de ji gelek xetereyan rizgar bike. Di vî warî de ji roja ewilî heta niha di helwesta me de tiştek neguheriye. Em welatekî ku her kes lê bijîn, xwe wekhev bibîne û di nava vê wekheviyê de bijîn dixwazin Ji bo vê yekê em ji hemû gavan re amade ne.
 
Hêvîdarim ku hemû aliyên siyasî ku kes hevdu wêder neke û li ser bingeheke guncaw bi hev re diyalogê pêk bînin û pêvajoyeke bi qîmeta bê meşandin, bê jiyîn.”
 
 
 

Sernavên din

17/07/2025
20:21 Li Girtîgeha Kirşehîrê bi 'darbeyê' gef li girtiyan hat xwarin
20:10 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
19:03 Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Senegalê anî
18:34 Bi girseyî serdana şîna Akyuzê ku li Tişrînê jiyana xwe ji dest da kirin
17:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê rê li ber hevalên me bê vekirin
17:37 Li Enqereyê hevdîtinên balkêş
17:29 Endamên ESP û SKM'ê hatin berdan
16:13 Mecît Alagoz piştî 32 salan tehliye bû
16:02 ‘Tundiyên fîzîkî û dêrûnî li Pexşan Ezîzî tên kirin’
15:13 Civaka Durzan: Bila korîdorek ji bo Herêma Rêveberiya Xweser bê vekirin
14:34 Li Zaxo li ser bîrên petrolê êrişeke din pêk hat
14:19 Ji Şandeya Îmraliyê û Ozel daxuyanî: Dê temînat pêvajoyê civakî bike
14:16 ÎHD 39 salî ye: Divê peymaneke civakî ya nû bê çêkirin
13:32 Daxwazên jinan ên ji bo TÎS'ê
13:22 Ji ber barana li Pakîstanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:17 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel û destpê kir
12:13 Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş
12:01 Li Siwêdayê ‘ewlehî’ ji Durzan re hiştin
11:41 Ocalan ji Konferansa Ronakbirî ya Şengalê re peyam şand
11:17 Li Iraqê hejmara kesên di şewatê de mirin derket 61’an
11:15 İlayda Alkaş hat qetilkirin
11:14 Bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ve perwerde didin
11:10 Endamên komîsyonê yên DEM Partiyî diyar bûn
11:00 Piştî bi salan keça xwe dîtin: Em jî civaka demokratîk dixwazin
10:25 Parêzer Kutluay: Divê mafên zarokan neyên jibîrkirin
09:48 Li Girtîgeha Xarpêtê tundî li girtiyekî hate kirin
09:24 Akin Bîrdal: Agirê ku hat pêxistin bila bibe wesîleya aştiyê
09:23 Ahmet Karagoz: Divê hatina gerîlayan bi qanûnê bê misgogerkirin
09:21 Ciwanên Şoreşger ên herêma Derya Reş di rêya Kobanê de şehîd bûn
09:20 Şoreşa Rojavayê 13 salî ye: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
09:18 Hevserokê MED TUHAD-FED'ê: Divê karê ewil ê komîsyonê girtî bin
09:17 Dayikên Aştiyê: Gava yekemîn azadiya Ocalan e
09:16 Cizîrî: Xweza tê talankirin, germahî zêde dibe
09:14 Lobiya Îsraîl û Tirkiye-Şamê: Golanê bide Siwêdayê bigire!
09:05 Li Iraqê şewat: 50 kes mir
09:00 ROJEVA 17'ê TÎRMEHA 2025'AN
16/07/2025
16:57 Li dijî êrîşên li ser ziman bertek: Têkoşîna li hemberî înkarê dê bidome
16:37 Şewata li Îzmîrê hate tefandin
16:28 Ji ber deynê qeyûm şaredarî hate hecizkirin
14:53 Ji bo serbestberdana Ahmet Ozer serî li dadgeriyê dan
14:37 Ji bo Abdullah Akyuz şîn hate danîn
14:12 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bahçelî: Pêdivî bi danûsteninê heye
13:52 Ji bo zentûngehan li pêşiya Meclisê bang kirin: Qanûna dagirkirinê rawestînin
13:43 Îsraîlê ji hewayê ve êrişî Şamê kir
13:29 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê: Divê her kes hewl bide
13:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li Kandirayê ne
12:23 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Davûtoglû re dest pê kir
12:21 Li Şemrexê ‘kargeha zarokan’ hate lidarxistin
12:14 SOHR: Li Siwêdayê 248 kes mirine
12:00 Şandeya Îmraliyê: Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê girîng e
11:36 Li Elkê 5 herêm hatin qedexekirin
11:35 DEM Partî: Em êrişa li dijî Durzan şermezar dikin
11:19 Şaredarê Şîleyê ji peywirê hat girtin
11:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re dest pê kir
10:55 Şaredarê Beylîkduzuyê sewqî ATK'ê hat kirin
10:55 Egîtîm Sen: Ji bo perwedehiya bi zimanê dayikê ‘mifredata aştiyê’ pêwîst e
10:42 Li Manîsayê agir bi daristanê ket
10:23 Holloway: Her gaveke tevgera kurd hêvî ye ji bo gelen cîhanê
10:15 Li Agiriyê zêdetirî 100 hevdîtin: Gel li benda sererastkirinên qanûnî ye
09:54 Birayê Aydinê ku çeka xwe îmha kir: Em dixwazin di nav me de be
09:51 TBB dê 'Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê' ava bike
09:38 Ji Arjantînê piştgirî ji bo kampanyaya ‘Ez dixwazim biçim serdana Ocalan’
09:26 Li Zaxoyê êrişî bîrên petrolê hat kirin
09:22 Doza Mîroglûyê bi wesayîta zirxî hat qetilkirin li benda 'bersiva' wezaretê ye
09:20 Li gelek bajaran şewat derket: Jîngeh di xetreyê de ne
09:15 Şahida merasîma dîrokî: Em bi xwe bawer bin
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN
15/07/2025
16:34 TTB’ê têkildarî pêvajoyê 4 daxwazên lezgîn kir
16:12 Îsraîlê Bekaa bombebaran kir
15:22 Li Zozanên Keprê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
14:19 Şamê li Suwêdayê agirbest ragihand
14:01 Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê
13:58 Rêberê rûhanî yê Durzan: Daxuyaniya ku li ser navê me hatiye dayîn îradeya me temsîl nake
13:09 Li Amedê zarokek ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest da
12:51 Li Sûdanê di êrişa li ser gundekî de 48 kes hatin kuştin
12:46 Êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir hat şermezarkirin
12:19 Îsraîlê ji hewayê ve êriş bir ser Siwêdayê
11:58 Fransa amadekariya leşkeriya dilxwazî dike
11:43 Agirên li Manîsa û Balikesîrê hatin tefandin
11:27 DEM Partî bi rojeva merasîma dîrokî civiya
11:25 Siyasetmedarê Swîsreyî Pagani: Ji bo pêvajoyê divê raya navneteweyî berpirsiyariyê li xwe bigire
11:13 Hêzên Şamê ketin nava Siwêdayê
10:59 Ji RTUK'ê sedema cezayan: Ewlehî û pergala cemaweriyê
10:40 Li Semsûrê agir bi daristanê ket
10:38 Kaya yê ku ji ber guhdarîkirina stranên Kurdî hatibû derbkirin: Polîsan ji me re got 'hûn terorîst in'
10:33 MA'yê xwe gihand dîmenên ku dema amûrên tibbî yên nexweşxaneyê tên dizîn
10:17 69 kes hatin binçavkirin
10:10 SOLDEP, dê Komîsyona Aştî û Demokrasiyê ava bike
09:29 Behsa hevdîtina bi PJAK'ê re kir: Azadî bi yekîtiya Neteweyî gengaz e
09:27 Mizrakê ku merasîmê şopand: Divê sererastkirinên qanûnî demildest bên pêkanîn
09:24 Ekolojîst: Ji bo rawestandina qirkirina xwezayê ev pêvajo firsend e
09:23 Nagehan Avçîl a OHD'î: Esasgirtina 'mafê hêviyê' dê tevkariyê li pêvajoyê bike
09:22 Hiqûqnas Margaret Owen: Divê Ocalan azad be
09:16 Daxwaza girtiyê nexweş a guhertina qawişê ji ber ‘nûnertî kiriye' hat astengkirin
09:13 Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin
09:13 Daxuyaniya Barrack, planên DYA, Îngilistan û Îsraîlê yên Rojhilata Navînê deşîfre dike
09:05 Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN
14/07/2025
18:09 Şandeya Îmraliyê dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike
16:56 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî ‘nîşeyên hevdîtinê’ daxuyanî da