STENBOL - Rojnameger Ece Sevîm Ozturk di saetên şevê de hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku destûr nayê dayîn Ozturk bi parêzerên xwe re hevdîtin bike.
Gerînendeya weşana sîteya nûçeyan a Çagdaş Sesê Ece Sevîm Ozturk di saetên şevê de hat binçavkirin. Hat, diyar kirin ku Ozturk birin Midûryeta Polîsan a Stenbolê û destûr nayê dayîn bi parêzer û xizmên xwe re hevdîtin bike.