WAN – Serokê Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin Cahît Bozbay, ji bo sozên ku Serokwezîr Yildirim di mîtînga Wanê de dan got: “Ev 5 hilbijartin in, AKP heman sozan dide.”
Serokwezîr Bînalî Yildirim, di mîtînga Wanê de soz da ku ew ê “riya hawirdor” û stadyûmê” çêbikin. Serokê Meclîsa Şaredariya Mezin a Wanê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin Cahît Bozbay, diyar kir ku AKP tim van sozan tim dide.
Bozbay, bilêv kir ku AKP di her hilbijartinê de heman sozî dide gelê Wanê, lê belê heta niha yek jî pêk neanîne. Bozbay got: “Gelê Wanê tim van sozan dibihîse. Serokwezîr dîsa mizgîniya riya hawirdorê da. Di 5 hilbijartinên dawî de soza rihay hawirdorê hat dayîn. Serokwezîr di mîtîngê de gotiye ‘Şaredariya DBP’î ji bo çêkirina riya hawirdorê tim astengî derxistine.’ Lê belê ev yek ne rast in. Gelê Wanê baş dizane ku me tu carî astengî nedane ber çêkirina riya hawirdorê.”
'XWESTIN ERDÊN GEL XESP BIKIN’
Bozbay, diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê di dema çêkirina riyan de îstimlaq tê sepandin, lê belê xwestin li Wanê madeya 18’an bê sepand. Bozbay, diyar kir ku wan xwestiye heqê erde gelê bê dayîn û paşê rê bê çêkirin, lê belê wan bi vê madeyê xwestiye erde gel xesp bikin.
‘JI BER KU ME PARK ÇÊKIR EM TÊN DARIZANDIN’
Serokwezîr Yildirim di mîtîngê de soz da ku ew ê li şûna stadyuma heyî “Baxçeyê Gel” çêbikin. Bozbay ev gotin jî bi bîr xistin û got: “Di her hilbijartinê de rayedarên AKP’ê tên bajêr û dibêjin ew ê stadyûmê çêbikin. Lê çi hîkmet me ev stadyum qet nehat çêkirin. Û em baş dizanin ku dê neyê çêkirin jî. Her wiha Serokwezîr gotibû, li Wanê hêşînahî tune ye. Her hal ecêbiya mezin jî ev e. Halbûkî piştî erdhejê me plan çêkir ku em ê li şûna avhiyn cemaweriyê yên hatin rûxandin parkekê çêbikin. Ji ber ku me ev plan sepand, niha em endamên meclîsê hemû tên darizandin. Yanî dema şaredariyên DBP’î parka çêbikin dibe sûc û tên darizandin. Lê Serokwezîr jî dibêje hêşînahî li Wanê tune ye, bêhna Wanê dernakeve. Madem li Wanê qadên hêşîn tune ne, nexwe ji bo çi em tên darizandin.”
Her wiha Bozbay, diyar kir ku gotinên qeyûm ên ji bo “xizmetê” jî ne rast in û her diçe şaredarî dikeve bin deynan. Bozbay anî ziman ku heta niha ji bilî ronahiyên çend kolanan tu tişt nehatiye kirin, lê belê heta niha ji 300 milyonî zêdetir kredî hatiye kişandin. Bozbay, destnîşan kir ku mebest ji van krediyan ew e ku di pêş de şaredarî ji ber deynan nikaribe bixebite. Bozbay got, dê gelê Wanê di 24’ê Hezîranê de bersiva van tiştan bide.