NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên di Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimînin, diyar kirin ku nîvê şevê hevalekî wan krîza dil derbas kiriye û ji bo wî bibin nexweşxaneyê gazî rayedarên girtîgehê kirin, lê midurê duyemîn ê girtîgehê gotiye: “Eger nemire wî nebin.”
Girtiyên di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de dimînin, nameyek şandin û di nameyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafên li girtîgehê.
Girtiyan di nameye de bi bîr xist ku ji roja ku Rewşa Awarte hat îlankirin û heta niha, li tevahiya welat maf û hiqûq tên binpêkirin û ev yek herî zêde li girtîgehan tên jiyîn. Girtiyan, diyar kir ku ji van girtîgehan yek jê jî Girtîgeha Tîpa L a Panosê ye. Girtiyan destnîşan kir ku mafên wan ê sohbet, qurs, hobiye tê binpêkirin û tenê ew heftê carekê dikarin sporê bikin û gotin: “Lê belê em vê yekê jî em nikarin bi hevalên xwe yên odeyê me cînarên hev in bikin, tenê em dikarin bi hevalên xwe yên di heman odeyê de ne bikin.”
'ROJÊ NÎV SAET AV TÊ’
Girtiyan, bilêv kir ku mafê wan ê telefonê heftê rojekê bû, lê belê ev yek kirine du hefteyan carekê û mafê wan ê hevdîtina vekirî jî ku mehê carekê bû, ew jî kirine du mehan carekê. Girtiyan da zanîn ku tu hijyeniya girtîgehan tune ye û gotin: “Lê belê hin rojan ava germ qet nayê û carinan jî bi hinceta ‘arize heye’ bi hefteyan nayê dayîn. Carinan pir cemidî tê û carinan jî nîvgermî. Her wiha li odeya ku 24 kes lê dimînin, rojê tenê nîv saetî avê berdidin.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎKIRIN’
Girtiyan, diyar kir ku pirsgirêka wan a herî mezin tenduristî û tedawîkirin e û gotin: “Ji 10 mehan zêdetir e em li vira ne, lê belê dev ji nexweşxaneyê berde hevalên me yên nexweşîna wan giran naşînin revîra girtîgehê jî. Hîn jî ji bo girtîgehê bişîşkekî dewamiyî nehatiye peywirdarkirin. Demek berê li girtîgehê nexweşîna tuberkulozê belev bû. Hin test hatin kirin. Lê belê ji bo kesên ku rîska wan heye jî tevdîr nehatin girtin. Hevalên me yên divê bên tedawîkirin nayên tedawîkirin û dema em ji bo revîîrê serî lê didin dibêjin ‘bijîşk tune’, ‘bijîşk nehatiye’ û ‘bijîşk destûrdar e’. Ji 350 zêdetir girtî hene û ji bo me tenê rojek hatiye diyarkirin û ev tiştên ku tên gotin jî ji bo vê rojê ne. Lê belê em dibînin ku girtiyên edlî tên tedawîkirin. Ev rewş tenê ji bo me wisa ye.”
Girtiyên ku piştî çend mehan wan dibin revîrê, divê ku li nexweşxaneyên tam teşekulî bên tedawîkirin lê belê sewqên wan tên betalkirin an jî 3-4 mehan tên taloqkirin. Girtiyan, destnîşan kir ku dema wan dibin nexweşxaneyê jî gelek caran bi hinceta ‘ewraq kêm in’ nayê tedawîkirin û her wiha dema wan dibin dadgeh û enxweşxaneyan, di rê de di hundurê wesayîtê de heqaret li wan tên kirin û li ber sirûdan nîşaneya gurgeboz tê kirin.
MIDURÊ GIRTÎGEHÊ: EGER NEMIRE WÎ NEBIN NEXWEŞXANEYÊ
Girtiyan, diyar kir ku li girtîgehê unîteya diranan tune ye û ji ber nexweşîna diranan nayê tedawîkirin û gotin: “Sewqên me yên di vî warî de tên betalkirin.” Girtiyan diyar kir ku bi şev hevalekî wan krîza il derbas kiriye û gotin: “Ji bo wî bibin nexweşxaneyê me gazî rayedarên girtîgehê kir, lê belê ji midûrên duduyan ên girtîgehê yekî got ‘Eger nemire wî nebin.’”
Girtiyan bang li raya giştî kir ku,di vî warî de bi hesasiyet tev bigerin.