STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin cara 762'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozger serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Rêzan Sarica, Muharrem Şahîn û Newroz Uysal bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditinê bikin cara 762'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdan red kir. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Ocalan 762 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê nebaş e", "Personel tune ye" û "OHAL heye" hatin redkirin.