ENQERE – Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" di roja 341'an de dewam dike, di êrîşa polîsan de 4 kes hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça 221 roj e didome, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" di roja 341 roj li dû xwe hişt. Koma xwest piştgiriyê bide Gulmen û Ozakça li Kolana Konurê li hev kom bûn, xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin. Lê wekî her roj polîsan dîsa êrîşê çalakvanan kir û 4 kes hatin binçavkirin.