AMED - Xebatkarên Qeyûmê Farqînê li navçeya Farqînê alên HDP’ê ku li kolana Azîzoglu daliqandibûn daxistin.
Li navçeya Farqînê ya Amedê, xebatkarên Şaredariya ku Qeyûm tayînê wê hatiye kirin, li ser kolana Azîzoglu alên HDP'ê yên hatibûn daliqandin, daxistin. Xebatkarên şaredariya Qeyûm alên HDP'ê yên di navbea taxên Mescît û Selahattinê de hatibûn daliqandin daxistin. Xebatkarên qeyûm di bin parastina polîsan de hatin kolanê û alên HDP'ê bi kepçeyan daxistin. Tevî ku welatiyan bertek nîşan dan jî dîsa xebatkarên qeyûm al daxistin û çûn. Balkêş e li heman kolanê alên AKP'ê jî hatibûn daliqandin, lê karkeran dest alên AKP'ê nedan û çûn.
Duh li navçeya Elbakê ya Wanê û Dersimê jî polîsên TEM'ê derketibûn ser panzêr û maşîneyên zirxî û alên HDP’ê daxistibûn.