NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, pirsa parlamenterê CHP'ê Omer Fethî Gurer bersivand û diyar kir ku di serdema OHAL'ê ya 2016'an 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûne.
Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, pirsnameya Parlamenterê CHP'ê yê Nigdeyê Omer Fethi Gurer a der barê rojnamegeran de bersivand û diyar kir ku di serdema OHAL'A 2016'an de 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûne. Gul parast ku kesên nasnameyên wan betal bûne ne ji ber xebatên rojnamegeriyê ji ber têkiliya wan bi rêxistina çekdarî ve heye kartên wan betal bûne.