AMED - Talokeya jiyana Mehmet Ertekîn ê duh dane êvarê di saeta fitarê de gava xwest biçe malê, li Kolna Emekê TOMA eçiqand didome.
Polîsan bi TOMA li navçeya Rezan a Amedê, di saeta fitara 06’ê Hezarê de, li ser rêya Kolana Emekê li Mehmet Ertekîn ê 75 salî qeliband û birîndar kir. Hat diyar kirin ku rewşa Ertekîn giran e. Etekîn ê bi giranî birîndar bû rakiribûn Nexweşxaneya Fakultaya Tipî ya Zanîngeha Dîcleyê û hat dermankirin. Ertekîn di beşa lezgîn a nexweşxanê de tê dermankirin û hêj talûkeya ji ser xwe neavêtiye. Malbata Ertekîn ê maşîneya zirxî lê qelibî, derbarê ajokarê maşîneyê de gilîdarin.
‘EM GILÎDARIN’
Kurê Ertekîn, Mehmet Şah Ertekîn, diyar kir ku dema bavê wî ji bo fitarê xwest bê malê, maşîneya zirxî ya polîsan lê qelipî û wiha axivî: “Bavê min dixwaze di roniya sor de derbas bibe, lê ji ber ku kale nekariye rê derbas bike û di wê navberê de maşîneya polîsan lê qelipe. Hema bêje milekê bavê min jê bûye. Sê parsûyên wî şikiyane û hinavê wî zirar dîtine. Bijîşk ji me xwest ku em xwe ji bo hemû rewşan amade bikin. Meha Remezanê ye. Çi karê TOMA di wê saetê de li ser rêyan heye. Em gilîdarên polîsên ajokarin. Em ê şopdarê bûyerê bin.”
NÊZÎ 20 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di salên dawî de li gelek bajaran maşîneyên zirxî li welatiyan qelibîn û jiyan xwe ji dest dan. Ji ber leza maşineyên zirxî gelek kes birîndar bûn û nêzî 20 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Dinava van 20 kesan de herî zêde zarok hebûn.