ANTALYA - Li Antalyayê 3 kesan jina bi navê G.K. bi gotina "gawira pîs" derb kir.
Li taxa Husnu Karakaş a navçeya Kepezê ya Antalyayê jina bi navê G.K. di saetên serê sibehê de bi maşîneya xwe diçû, dema xwest rê bide kesên peya, 3 kesan maşîneya wê da ber pehnan. Du jinên çarşef li wan û mêrekî heqaret li G.K. kirin û çêrên wekî "gawira pîs" ji G.K. re gotin.
Hat diyarkirin ku bûyer li ber mala wê pêk hatiye û G.K. bi qîrkirinê alîkarî xwestiye. Piştî xizmên wê hatin alîkariya wê her sê kes ji herêmê revîn, hat gotin ji ber êrîşa 3 kesan di laşê G.K. de reşbûn çêbûye. G.K. serî li nexweşxaneyê da û rapora derbkirinê wergirt. G.K. aşkera kir ku ji ber lêdanê ew nikare stûyê xwe bileqîne.