ÎZMÎR - Li Menemenê, cenazeyê du jinan hatin dîtin.
Li qamirgeha karkerên çandinê ya Taxa Seyrek a navçeya Menemen a Îzmîrê, bavulek hat dîtin. Karkerran agahî dan polîsan û polîsên hatin cihê bûyê laşê jineke hatî kuştin di bavulê de dît.
Polîsan cenazeyê jina hatî kuştin, ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Êdlî. Nasnameya jina hatî kuştin, nehat zanîn û derbarê bûyêrê de lêpirsîn hat destpêkirin.
MIRIN BI GUMAN A JINEKÊ
Di heman demê de li Menemenê di odeya otelekê de cenazeyê jinekê hat dîtin. Piştî personelên otelê dikevin odeyê cenazeyê jina jiyana xwe ji dest dayî dibînin. Polîs lêkolin dikin ku jina cenazeyê wê hat dîtin çawan bê nasname ketiye otelê. Polîsan ji bo otopsî û tespîta nasnameyê cenaze rakirin Saziya Tipa Edlî ya Menenê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat dest pê kir.