MÊRDÎN - Polîsan bi mala Dayîka Aştiyê Halîme Işik a 59 salî de girtin û binçav kirin.
Polîsan li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê, bi ser mala endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê Halîme Işik a 59 salî de girtin û binçav kirin. Işik bi hinceta derbarê wê de “biryara lêgerînê” ya Serdozgeriya Komarê heye, hat binçavkirin. Polîsan Işik birin Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê.
Hevjînê Halîme Işik, Hamît Işik, diyar kir ku gelek nexweşiyên hevjîna wî hene û destûrê nadin ku parêzer wê bibîn in.