NAVEND NÛÇEYAN - Wezîrê Parastina DYA Jîm Mattîs, anî ziman ku ew hewl didin fikarên Tirkiyeyê ji holê rakin û got: “Lê em QSD’ê nedin aliyekê.”
Wezîrê Parastina DYA Jim Mattis gava ji bo civîna wezîrên parastinê yên NATO’yê bi balafirê diçû Brukselê, bersiva pirsên rojnamegeran da. Mattis, diyar kir ku divê ew ji bo berjwendiyên rewa yên Tirkiyeyê rêyek çareseriyê bibînin û wiha axivî: “Lê em ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengtiya YPG’ê jî nedin aliyekê.”
‘TEKANE RÊXISTINA KU DAIŞ TÊK BIRE'
Mattis bersiva pirsa ‘Gelo hevdîtinên ku derbarê Minbicê de bi Tirkiyeyê re tên kirin, dê bandorê li ser operasyonên ku Amerîka bi hevkariya YPG’ê bimeşîne, bike an na?" da û di bersiva xwe de wiha got: “Di dema xwe de tekane rêxistina ku DAIŞ têk bir, QSD ye. DAIŞ hêj bi tevahî nehatiye tekbirin. Ji ber vê yekê operasyonên li dijî DAIŞ’ê girîng in.”
Mattis ji bo pirsa "Gelo Amerîka dê karibe hevkariya xwe di heman demê de bi Tirkiye û QSD’ê re bimeşîne" jî wiha bilêv kir: “Ev mijarek taybet e. Qada herî tevlihev a şer e. Em di vî warî de hewl didin fikarên Tirkiyeyê ji holê rabikin, lê di aliyê din de jî em dixwazin DAIŞ’ê têk bibin. Ev karek zehmet e. Em naxwazin vê li dijî Tirkiyeyê bikin. Em dixwazin Tirkiyeyê jî bixin nava hesaban.”
Mettîs dê di civîna Brukselê de, bi Wezîrê Parastina Tirkiyeyê Nurettîn Canîklî re jî hevdîtin bike.