STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 762’yemîn serî li Serdozgeriya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Newroz Uysal û Muharrem Şahîn bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 762’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Hevdîtina parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 761 car bi hincetên cuda hatin redkirin.