COLEMÊRG - Leşkeran li gundê Evliyanê ya Şemzînanê Adem Kuyumcu, dema li baxçeyê xwe dixebitî, ji kulubeyê gule berdan û kuştin. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku berî dozger were, xwê li cihê bûyer kirin û dûre bi avê şûştin.
Li gundê Evliyan a navçeya Şemzînana Colemêrgê leşkeran gule berdan Adem Kuyumcu yê di nava baxçeyê xwe de dixebitî û kuştin. Şahidên bûyerê yên gund axivîn û diyar kirin ku du gule li bedena Kuyumcu ketin û piştî bûyerê ranekirin nexweşxaneyê.
‘RANEKIRIN NEXWEŞXA’
Şahidên bûyerê dan zanîn ku leşker hatin baxçe tişteke nekirin û wiha gotin: “Leşkerên hatin baxçê serum li Kuyumcu dan. Piştî dîtin miriye agahî dan cerdevanan. Piştre jî di hoparloya Mizgefê de agahiya mirina wî dan. Li ser vê yekê gundî çûn cihê bûyerê. Gundiyên ku cenazeyê Adem dîtin, bertek nîşanî leşkeran dan. 8 leşker birîndar bûn. Dûre me bi derfetên xwe cenaze rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.”
‘ŞOP BI XWÊ Û AVÊ ŞUŞTIN
Şahidan, dest nîşan kir ku piştre ji bo otopsiye cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemergê û wiha gotin: “Qet dozger nehat cihê bûyerê. Piştî bûyerê du saetan leşker hatin û delîlên cihê bûyerê paqij kirin. Destpêkê xwê li cihê bûyerê kirin û dûre bi avê paqij kirin.”