Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir

  • jin
  • 13:31 18 Mijdar 2024
  • |

ÇEWLIG - Meclisa Jinan a DBP’ê rapora xwe ya atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan” eşkere kir. Di raporê de hate gotin ku di 3 mehan de bi rêya atolyeyan xwe gihandine 3 hezar û 200 kesan û wiha hate gotin: “Ji bo bi rêya jinên rêxistinkirî civakeke azad were avakirin dê têkoşîna me bidome.” 

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rapora encama atolyeyên “Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan”  eşkere kir.  Daxuyanî, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çewligê hate eşkerekirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) a DBP’ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li daxuyaniyê bûn. Li eywana daxuyanî lê hate dayin pankartên “Li hemberî şerê taybet em têkoşîna xwe mezin dikin” û “Li dijî tundiya mêr-dewletê jin, jiyan, azadî" hatin daliqandin. 
 
Rapor bi kurdî hatibû amadekirin û ji hêla Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî ve hate xwendin. 
 
ARMANCA ŞERÊ TAYBET
 
Rapor wiha ye: 
 
“Wek jinên TJA’yê, me bi pêşengiya Meclisa Jinên DBP’ê, ji 4’ê tîrmeha 2024’an vir ve bi xebatên ku di bin navê ‘Li dijî Şerê Taybet Hevdîtina Jinan’ hate lidarxistin, em bi 3 hezar û 200 jinan re civiyan. Wekî her demê em wek gelê Kurd bi taybet wek Tevgera Jinên Kurd pêvajoyeke gelek girîng a qeyranan dijîn. Sedema herî bingehîn a kûrbûna qeyranan polîtîkayên şerê taybet e. Bi vê zanebûnê, em li taxan, li kolanan, li gundan û bajaran bi jinan re hatin cem hev. 
 
Di dema xebatên atolyeyên xwe de me baş dît ku şerê taybet bi rê û râbazên cur be cur çawa xwe vedişêre û diparêze. Li hember vê yekê me dît ku xebatên me çiqas girîng in. Me bi hev re pratîkên vê rastiyê dît û jiya. Beriya her tiştî me tespîta vê yekê kir; di vê pergalê de, kujer tên veşartin, ser cînayet û qetlîaman tê girtin, encamên ku bi hev re ne tên berovajîkirin, hestên civakî tên valakirin, fikr û ramanên mirovî tên guhertin. 
 
Em dikarin bêjîn ku di navenda vê pergalê de jî Kurdistan cih digre. Bi taybet piştî sala 2015’an,  li Kurdistanê destdirêjiya zayendî, hewldanên sîxûrtiyê, koçberiya bi darê zorê, xizantiya gel û bikaranîna madeyên hişbir wek perçeyên polîtîkayên şerê taybet hatin zêdekirin. 
 
Rejîma yekperest û ya faşîst li Kurdistanê herî zêde ji bo çewisandina nirxên civakî ket nav hewldanan. Bi vê yekê ve hewl dide civaka Kurd li gorî xwe saz bike û di qontrola xwe de bigre. 
 
HERÎ ZÊDE JIN HEDEF TÊN GIRTIN
 
Herî zêde jî jin bi vê pergalê hedef tên girtin. Bi polîtîkayên şerê taybet, li Kurdistanê hewl didin jin û ciwan ji nasnameya xwe, ji çand û rastiya xwe dûr bikevin û mêjiyên wan ê netewî bê tunekirin. Herî zêde jî hewl didin ku civakeke bê rêxistinkirî ava bikin. Di vê çarçoveyê de qetlîam, cînayetên ku qaşo kujerên wan ne diyar, girtin, binçavkirin, îşkence û pêkanînên OHAL’ê wek polîtîkayên dewletê li Kurdistanê heya niha kêm nebûn. 
 
Li hemberî vê pergalê, Kurdistanê pêşengiya têkoşînê kir û ev têkoşîn heya niha jî berdewam dike. Dewleta ku her tim dixwaze vê têkoşînê têk bibe, îro bi destê desthilatdariya siyasî, bi tifaqên qirêj, bi rê bû rêbazên tarî hewldanên xwe didomîne. 
 
Desthilatdariya ku hewl dide li ser dagirkeriyê hebûna xwe bidomîne, bi polîtîkayên şerê taybet nêzî Kurdistanê dibe. Li hemberî vê rastiyê em jî peywira xwe ya dîrokî bi cih tînin û rastiya vê pergala qirêj bi xebat û têkoşîna xwe ji raya giştî re radigihînin. 
 
XWE GIHANDIN 3 HEZAR Û 200 KESAN
 
Wek jinên TJA’yê, bi pêşengiya Meclisa Jinên DBP’ê, bi xebat û atoleyeyên xwe yên li navçe û navenda bajaran û li qadên herêmî, me li her qadên jiyanê rastiya polîtîkayên şerê taybet bi gelê xwe re, bi jinan re parve kir. 
 
Di 3 mehan de, bi beşdarbûna 17 kesan, li 15 bajaran me bi 73 atolye li dar xist û em 3 hezar 200 kesan re ketin têkiliyê. Me xebatên xwe bi zaraveyên Kurmancî û Zazakî meşand. Herî zêde em li ser mafê perwerdeya zimanê dayikê sekinîn. Dîsa em li ser hin sernavên ku wek perçeyên polîtîkayên şerê taybet nayên xuyakirin, lê di rastiyê de naveroka wan bi şerê taybet ve girêdayîne, sekinîn. 
 
RÊBAZÊN ŞERÊ TAYBET
 
Wek rêbazên şerê taybet; 
 
* Xizankirina jinan û bi vê yekê ve muhtackirina dewleta zilaman.
 
* Di bin navê hezkirinê de pêwendiyên ku hêzên ewlehiyê bi ciwanan re pêk tînin û bi girêdayê vê ve şantajên ku li ser deng û vîdeoyan tên kirin.
 
* Hewldanên ku ji bo jinên ciwan li zanîngehan sîxûrtiyê bikin. Jinên ku li dijberî vê derdikevin rastî zextên zanîngahan tên û gef li malbatên wan tên xwarin. 
 
* Êrişên zayendî yên ku cerdewan, polis û leşker li dijî jinan pêk tînin, parastin û bê cezahiştina faîlan
 
* Firotin û belavkirina madeyên hişbir li Kurdistanê daketiya emrê 7 salî, bikaranîna van madeyan jî daketiye 12-13 salî. Li hemberî vê yekê tu tevdîr nayên girtin. 
 
* Memûr û bi taybet meleyên ku li Kurdistanê tên peywirdarkirin xebatên bişavtinê dimeşînin. 
 
* Fihûş li Kurdistanê wek xebateke taybet tê meşandin û jinên Kurd bi darê zorê ber bi fihûşê ve tên kişandin. 
 
* Di bin navê hezkirin û xizantiyê de jinên Kurd neçar tên hiştin û hesta întîxarkirinê ji wan re rewa tê dîtin. 
 
* Bi girtin û binçavkirinên kêfî ve hewl didin ku ciwanên Kurd erdnigarî û weletên xwe biterikînin. 
 
* Bi qeyranên aborî û bi bêkarîyê hewl didin gelê Kurd muhtacî dewletê be. Ev yek rê li ber înkarkirina nasnameyê vedike, her wiha bi vê yekê ve hewl didin ku gel berê xwe bide partiyên desthilatdariyê. 
 
* Ji bo jinên Kurd ji têkoşîna wekhevî û azadiyê dûr bikevin û li hember feraseta feodal, tarîqat û cemaetan hêza wan qels bibe, hewldanên taybet tên meşandin.
 
* Zarok û malbatên wan rastî gefan tên da ku xwe ji rêxistinkirinê dûr bigrin, dev ji ziman û têkoşîna xwe berdin. 
 
* Qirkirina dîrokî û ekolojîk.
 
Di der barê van sernavan de me bi berfirehî nîqaş û xebatên girîng meşand. 
 
NIRXANDIN
 
Di piştperdeya şerê taybet a li Kurdistanê de armancên siyasî, aborî û civakî hene. Armanca vê stratejiyê ew e ku; îradeya civakî û siyasî di bin qontrola zayendperestî, nijadperestî û olperestiyê de bê girtin. Hewl didin ku li dijberî Modernîteya Kapîtalîst, avakirina Modernîteya Demokratîk qels bibe. Bi vê armancê hewl didin nirxên civakî perçe bikin. Em dikarin armancên van polîtîkayan ên li Kurdistanê bi van sernavkan bînin ziman. 
 
* Qelskirina Piştevaniya Civakî: Polîtîkayên şerê taybet, bi armanca bawerî û nirxên gelên Kurdistanê qels bike, dewlemendiyên çandî, zimanî û olî hedef digre. Hewl dide, gelên li Kurdistanê bi hev re jiyaneke wekhev nejî. 
 
* Qelskirina Nasnemeya Kurd: Armanca wê ew e ku nirxên çandî û nasnameyên Kurdistanê bi rêk û pêk rastî bişavtinê bên. Bi vê armancê, polîtîkayên perwerde, ziman û çandê wek amûrên şerê taybet tên bikaranîn. 
 
* Mezinkirina Mehkumiyeta Aborî: Heke ku Kurdistan di warê aborî de di bin qontrola navendî de be, pergal dikare xizantiya gel kûr bike û rêyên aboriya alternatif li gorî xwe saz bike. Ev rewş, rê li ber pirgirêkên aborî vedike. Bi vê yekê ve civak jî dikeve bin qonrtola rêvberiya navendî. Civaka ku xizan bibe, ji bo çareseriyê serî li rêyên cur be cur dide. Ji ber vê yekê jî di serî de ciwan û jin, gelên civaka Kurd di bin navê “bi rêyên hêsan qezenckirina pereyan” serî li rêyên qirêj dide, ji nirxên xwe yên civakî dûr dikeve. 
 
* Operasyonên Derûnî û Propaganda: Di derbarê Tevgera Kurd û Saziyên Siyaseta Demokratîk de gotin û polîtîkayên ku êrişkar armanc dike. Rojeva civakê berovajî dike. Di civakê de fikr û hestên teslîmeyetê bi pêş dixe. 
* Koçberî û Guhertina Demografîk: Li hin herêman bi armanca koçberî û guhertina demografik polîtîkayên taybet armanc dike. Ev rewş di civaka Kurd de rê li ber pirsgirêkên civakî û polîtîk vedike. 
 
* Tundî û Zext: Di çarçoveya şerê taybet de bi operasyonên leşkeri, binçavkirin, girtin û zextên din ve şikandina berxwedan gel armanc tê kirin. Hewl didin ku dengê gel bê qutkirin. Ev rewş bandorên neyînên li jiyana rojane ya gel dike. 
 
* Teşwiqkirina Mezheb û Komên Etnîkî: Di navbera Mezheb û Komên Etknîkî yên li Kurdistanê dijîn de, avakirina rageşî û şerên navxweyî yek ji perçeyên şerê taybet e. Ev rewş, dibe sedem ku tevgerên bi hev re li Kurdistanê qels bibin û bi ser nekevin. 
 
Ev stratejiyên ku me kurtasî qala wan kir, armanc dike ku têkoşîn û nirxên civakî, aborî û çandî yên gelê Kurd têk biçin. 
 
ENCAM Û PÊŞNIYAR
 
Li hemberî texrîbatên ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê pêk tîne, divê têkoşîn bê mezinkirin. Ji bo vê jî divê gavên stratejik bên avêtin. Wek Meclisa Jin a DBP’ê pêşniyarên me yên çareseriyê ev in. 
 
* Pêşxistina Torên Hevkariya Civakî: Serkeftina tevgera jinan bi mezinkirina hêza tora hevkariyê pêkan e. Em dikarin ji taxan heya her deverên jiyanê di warê civakî û aborî de hêza jinan xurt bikin û hevakariyê mezin mezin bikin. Di bin baskê vê torê de em dikarin di qadên hiqûqî, perwerde, tenduristî de hevkariya jinan pêş bixin. 
 
* Projeyên Kolektîf ên ku Wê Hêza Aborî Mezin Bikin: Li hember zextên civakî di warê aborî de bi hêzkirina jinan gelek girîng e. Bi koperatîfên jinan, bi projeyên kolektif em dikarin jinan tev li hêza aborî bikin. Ev proje wê bi xwe re aborîya hêrêmî jî bi pêş bixe, di warê aborî de jinan azad bike. 
 
* Akademiyên Jinan û Bernameyên Alternatîf ên Perwerdeyê:  Di qada perwerdeyê de divê em bandora jinan mezin bikin. Mafên jinan, wekheviya zayendiya civakî, dîrok, ziman û taybetiyên çandî divê di vî warî de bibe sernavkên perwerdeyên me jinan. 
 
* Bikaranîna Platformên Medyaya Dîjîtal: Li hember platformên medyayên dîjîtal ên ku dibe sedem ku jinên ciwan bi hêzên ewlehiyê re dikevin têkiliyê û dikevin davên wan, divê em bi rêxistinê tevbigerin û hestiyariyeke kolekftîf bimeşînin. Di vî warî de divê em bi rêxistinî rastiyê bi jinan re parve bikin û medyaya dîjîtal li gorî vê rastiyê saz bikin û bikar bînin. 
 
* Perwerdeya Wekheviya Zayendiya Civakî: Perwerdeya Wekheviya Zayendiya Civakî ne tenê ji bo jinan e, divê ji bo tevihiya civakê bimeşe. Di vî warî de divê bernameyên perwerdeyê bi zilam û jinan re bên amadekirin û bi hev re pêk bên.  
 
* Pêşxistina Piştevaniya Hiqûqî û Parastina Mafan: Ji bo li hemberî tevî zext û pêkutiyan jin xwe baş biparêzin, em dikarin xizmetên piştevanî û torên alîkariyê bixin meriyete. Xizmetên ku wê bikevin meriyete, wê di vî warî de jinan hişyar bike û di parastina mafên jinan de ji wan re bibe alîkar. Avakirina wekî tora parêzeran di vî warî de mînakeke girîng e. 
 
* Pêşxistina Beşdarbûna Siyasetê ya Jinan: Di siyasetê de cih girtinan jinan, di warê parastina mafên jinan de, di warê têkoşîna jinan de gelek girîng e. Ji bo jin xwe rêxistin bikin û ji pêvajoyê re bibin bersiv, li hemberî şerê taybet têkoşîna xwe mezin bikin, qada siyasî xwedî cihekî taybet û girîng e. Ji ber vê jî, li hemberî pergala serdest a zilaman, mezinkirina rêxistina jinan, pêşxistina feraseta jina azad û xwe parastina cewherî ya jinan divê esas bê girtin. Li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan mezinkirina têkoşîna hevpar bi îrade û rêxistinkirina jinan pêkan e. 
 
LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET EM Ê XEBATÊN XWE BIMEŞÎNIN 
 
Li gel van pêşniyar û encaman, di dema me xebatên xwe dimeşand, li Colemêrgê derket holê ku jinên ciwan çawa di çerxa madeyên hişbir de tên girtin. Derket holê ku çeteyên ku vê çerxê dimeşînin ji malbatên AKP’î ne. Malbatên ku gilî kirin jî bi zextên dozger giliyên xwe ji paş ve kişandin. Li gel vê geşedanê, xebatkara çapemeniya azad Rabîa Onver jî ji ber heqîqeta vê bûyerê ji raya giştî re ragihand rastî zextan hat, bi ser mala wê de hat girtin. Ji vê mînakê jî tê fêmkirin ku, dewlet bi daraz, leşker û tevî hêzên xwe polîtîkayên şerê taybet çawa li Kurdistanê dimeşîne. Dîsa li Wanê jî 2 jin ji aliyê leşkeran ve rastî destdirêjiya zayendî hatin, li Şirnexê dîsa 2 jin dema diçûn mala xwe ji aliyê leşkeran ve rastî êrişên zayendî hatin û li hember vê jinên li bajerê di çarçoveya xwe parastina cewherî de bertek nîşan dan. Ev yek jî nîşan dide ku xebatên me yên bi vî rengî çima girîng in. 
 
Ji ber vê yekê jî, em wek Meclisa Jinan a DBP’ê dibêjin; em ê li dijî şerê taybet xebatên xwe bimeşînin, em ê bi jinên xwe rêxistinkirî ve ji bo jiyaneke azad ava bibe meşa xwe bidomînin.”
 

Sernavên din

10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan zêde bû
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin