ÎDIR – Serokatiya Baskê Ciwanan a AKP’a Îdirê dest bi belavkirina zexîreyên mîna makarna û çayê kir.
AKP wek her hilbijartinê di vê hilbijartinê de jî dest bi belavkirina zexîre kir. AKP her seçim öncesinde olduğu gibi bu seçimlerden önce de oy için gıda dağıtımı yapıyor. Serokatiya Baskê Ciwanan a AKP’a Îdirê dest bi belavkirina zexîreyên mîna makarna û çay û gelek tiştên din kirin.
Serokatiya Baskê Ciwanan a AKP’a Îdirê Ridvan Yeşîl wêneyê belavkirina xwe ya zexîreyan di medya civakî de parve kir. Yeşîl ê AKP’î di parvekirina xwe de vê îdiayê nivîsand: “Karsezek xêrxwaz alîkariya ku radestî me kir, me jî gihand malbatên xwe yên pêdiviya wan pê hebû.”
Welatiyan destnîşan kir ku bi rojan berê dest bi vê alîkariyê kirin e û heta hilbijartina 24’ê Hezîranê dê dewam bike.