BURSA – Zarokê 13 salî Z.D. ê li dîwarê mala xwe “HDP û Selo” nivîsandibû û ew binçavkiribûn, hat berdan.
Li taxa Hacivat a navçeya Yildirima Bursayê zarokek 13 salî Z.D. ê li dîwara mala xwe “HDP û Selo” nivîsandibû duh hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyên Z.D. li Şaxa Zarokan a Emniyeta Bursayê girtin berdan.
Hat zanîn ku di binçavan de ji Z.D. ev tişt pirsîne: “Malbata te li gel te qala siyasetê dike? Baldar be wê ev li ser dosyeya dibistana te bandorek neyînî bike.” Parêzeran got ku dê pişt re jî îfadeyên Z.D. bên girtin.