ENQERE - Li Tirkiyeyê herî zêde ciwanên Kurd tên girtin. Xwendekarên Kurd ên di operasyonên serdema vîze û fînalê tên girtin nîşan dide ku OHAL ji bo ciwanên Kurd her tim heye.
Li gorî danayên Wezareta Dadê, nêzî 70 hezar xwendekar girtî ne. Li aliyê din di operasyonên serdema vîze û fînalê yên zanîngehên Tirkiyeyê de bi sedan xwendekar hatin binçavkirin û girtin. Herî zêde jî ciwanên Kurd tên binçavkirin û girtin. Xwendekarên Kurd ji ber ku beşdarî çalakiyên demokratîk ên zanîngehê dibin û rastî êrîşên komîn faşîst hatin, tên girtin û binçavkirin.
‘OHAL JI BO XWENDEKARÊN KURD TIM HEYE’
Xwendekara Kurd Ruken Turemîş (25), diyar kir ku OHAL ji bo xwendekarên Kurd tim heye û wiha axivî: “OHAL tenê rûyê rast ê dewletê derdixin holê. Hinceta girtina xwendekarên Kurd hemû eynîne. Bi 3 hevalên xwe re di 30’ê Mijdara 2016’an de ji ber ku em beşdarî şeva piştgiriya gelê Şirnexê bûn, em girtin û 11 mehan di girtîgehê de hiştin.
‘DIXWAZIN MIROVAN BITIRSÎN IN’
Xwendekara Rêveberiya Zanîngeha Hacettep a bi Turemîş re di heman girtîgehê de ma Şehrîban Zugurlî ya 25 salî ku bi heman hincetê hatibû girtin jî, anî ziman ku dixwazin mirovan bitirsînin û wiha got: “Bi zanebûn vê polîtîkayê bi rêve dibin. Dewlet van polîtîkayên xwe bi awayekê pergelî li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Bila kes ne fikire ku em ê bi girtînan teslîm bibin. Berevajî ez xwe bi hêztir dibînim û hîs dikim. Heta hêrsa min mezintir dibe. Berê min pêngavek diavêt, lê niha 3 pêngavan diavêjim.”
DAYIKA TAYBET KIRIN HINCETA GIRTINÊ
Xwendekarê Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Enqerê Emrah Bakir ê 25 salî jî, yek ji wan xwendekarên Kurde ku hat girtin. Bakir, anî ziman ku di 8’ê Adara 2017’an de hat binçavkirin, 4 roj şûnde hat girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê. Bakir, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî 36 rojan li Sîncanê mam, ez sîrgûnê Girtîgeha Bafra yê kirim. 9 mehan girtî man. Niha dibistana xwe berdewam dikim. Ji ber ku ez beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo ‘Dayîka Taybet” a li Sîlopiyê 7 rojan cenazeyê wê erdê ma bûm hatim girtin. Gava xwendekarên Kurd li dijî êrîşên komên faşîst xwe diparêzin tên girtin. Ez qet bi zimanê dayîka xwe nizanim. Di zanîngehê de ferî zimanê dayîka xwe bûm. Min hevalek nas kir û di zanîngehê de zanebûna min a Kurd pêş xist. Lê desthilatdarî vê zanebûnê naxwaze. Ji ber vê tim êrîş dike.”
GOVEND GERANDIN SÛC E
Xwendekarê Beşa Pêwendiyên Nevneteweyî ya Zanîngeha Enqerê Musa Bakan ê ji gundê Gozelî yê Amedê ye jî, di 11’ê Nîsana 2017’an de hat binçavkirin û girtin. Bakan, diyar kir ku ji ber ku beşdarî çalakiyên demokratîk ên kampusa zanîngehê û Newroza Amedê bû û guvend gerand, hat girtin. Bakan, destnîşan kir ku dewlet ciwanên Kurd ji ber nasnameya wan a Kurdîniyê digire û wiha bilêv kir: “Li Enqerê her tim hinek mirovan dişopînin. Li hemû derê lêpirsîna nasnameyê ji me dikin. Ligel ku gelek caran me nas dikin jî cardin wisan nêz dibin. Dixwazin me dibin zextên derûnî de bigirin. Niha nêzî fînalan bû, dîsan dest bi girtinan kirin. Naxwazin em bixwînin.”
MA / Selamî Aslan