AMED – Şerê ku di mîtînga Erdogan a Amedê de rû da, rageşiya di nav partiyê de da der. Hat hînbûn ku şerê ku li qada mîtîngê rû da di navbera alîgirên Mehdî Eker û alîgirên Erdal Atîk de derketiye.
Di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de, berberî û nîqaşên di nav AKP’a Amedê de her diçe zêde dibin. Piştî namzetên AKP’ê yên Amedê hatin daxuyandin, ewilî di 24’ê Gulanê de rageşî bi daxuyaniya endamên Platforma Zazayan dest pê kir. Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin: “Ev lîste lîsteyeke dûrî bendewariyên derdorên cuda ye.”
Piştî vê daxuyaniyê nîqaş zêdetir bûn. Di 26’ê Gulanê de, di mîtînga danasîna namzetan de ku Serokomar Erdogan beşdar bûbû, nîqaş û rageşî bi awayekî aşker rû dan. Di mîtîngê de dema yeko yeko navê namzetan hat xwendin, hin namzet hatin hûhakirin.
Alîgirê Serokatiya Giştî ya AKP’ê û namzetê AKP’ê yê Amedê yê rêza yekemîn Mehdî Eker, dema ji bo axaftinê derket ser dike hin AKP’iyan ew hûha kir. Piştî vê yekê Eker axaftina xwe dirêj nekir û ji platformê daket. Paşê li qada mîtîngê di navbera alîgirên Eker û kesên ew hûha kirin de şer derket.
Hat hînbûn ku, paşperdeya vê rageşiyê di warê lîsteya namzetiya parlementeriyê de ye û di lîsteyê de berberîbûyînek rû daye.
ÎDIA: 5 MILYAR BERTÎL
Li gorî agahiyên bi dest ketin, Mehdî Eker lîsteya namzetiya ji bo parlementeriyê amade kiriye. Li gorî îdiayan namzetê AKP’ê Erdal Atîk ji bo di rêza sêyemîn de bê nîşandan, 5 milyar TL pere daye Eker. Lê belê piştî lîste hat diyarkirin, Atîk di rêza 5’an de hatiye nîşandan. Tê gotin ku sedema şerê li qada mîtîngê ji ber vê yekê ye. Piştî Atîk di rêza 3’yan de nehat nîşandan, li qada mîtîngê algirên wî Eker hûha kirin û li ser vê di navbera alîgirên herdu aliyan de şer rû da.