Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin

  • rojane
  • 10:27 16 Mijdar 2024
  • |
img

RIHA - Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, 15 sal berê bi guhertina hucreya wî girantir bû. Abdullah Ocalan ku vê rewşê wekî "Darbeya 17'ê Mijdarê" bi nav dike, di hevdîtina dawî de jî got ku şert û mercên tecrîdê dewam dikin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin, ew birin Girtîgeha Girava Îmraliyê ya bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F. Abdullah Ocalan ji wê rojê û vir ve di bin tecrîdeke girankirî de ye. Abdullah Ocalan di vê heyamê de tu carî ji hucreya yekkesî nehat derxistin. 15 sal berê di 17'ê Mijdara 2009'an de hucreya wî hat guhertin û di şert û mercên xerab de hat hiştin. Piştî vê guherîna ku Abdullah Ocalan wê wekî "Darbeya 17'ê Mijdarê" bi nav kir, tecrîd û şert û mercên li Îmraliyê girantir bûn.
 
HUCRE HAT BIÇÛKKIRIN, TECRÎD GIRAN BÛ
 
Rojek piştî guhertina hucreyê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku hucreya nû ji ya kevin xerabtir e. Abdullah Ocalan destnîşan kir ku armanca veguhertina hucreyê "teslîmgirtin" e. Abdullah Ocalan ku ji parêzerên xwe re da zanîn ku hucreya kevin 12 metrekare ye û hucreya nû jî 6 metrekare ye, diyar kir ku di hucreya nû de ne mimkûn e ku derve bê dîtin. Abdullah Ocalan got: “Vê weke berfirehbûn, pêşketin, başkirin nîşan didin, lê ne wisa ye. Armanc xapandina raya giştî ya navxweyî û kêmkirina zexta raya giştî, zexta CPT'yê ye. Divê rewşa min wiha bê zanîn. Tu başbûnek tune."
 
Abdullah Ocalan di hevdîtinên piştre yên bi parêzerê xwe re gelek caran bal kişand ser guhertina hucreyê û şert û mercên hucreya nû. Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 25'ê Mijdara 2009'an de diyar kir ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên zêde dibin û got ku ji ber pergala hewayê bêhngirtin zehmet e û ode bê hewa hatiye hiştin. Abdullah Ocalan diyar kir ku wî der barê jiyana xwe de ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re raporek nivîsandiye û got ku hucreya nû ji aliyê CPT û DMME’yê ve hatiye pêşniyarkirin û got ku tiştek viqewime berpirs ew in.
 
Abdullah Ocalan got: “Divê ev rewş tim bi çalakiyan bê berbelavkirin. Divê daxwaz bê kirin ku CPT dest ji vê xeletiya xwe berde û şert û merc bên sererastkirin. Ev plana CPT’ê ye, plana wan e, qirêjiya wan e. Divê werin vir. Divê werin vê derê bibînin û lêkolîn bikin. Yan na nabe. Pêwîst e ku ev yek wiha were gotin." 
 
AWAYÊ FIZÎKÎ YÊ HUCREYA NÛ
 
Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de der barê avahiya fizîkî ya hucreya nû de jî ev tişt gotin: "Cihê ku ez lê rûdinim yekqatî ye. Şert û mercên germkirinê ne xirab e, mîna cihê hevdîtina parêzeran e. Ji aliyê ronahiyê ve pirsgirêk nîne. Cihê ku ez lê dimînim 6-6,5 metrekare ye. Li tenişta wê serşokê girtî heye. Serşok û tuwalet di hundur de ji hev cuda ne. Nivîna min li kêleka dîwêr e. Mesafeyek pir teng di navbera nivîna min û dîwêr de heye. Hema beje tenê kesek kare tê de biçe. Çend gavan jî mesafeya meşê heye. Ez di vê mesefay biçûk de diçim û têm. Cihekî têra xwe hatiye tengkirin." 
 
‘MENDERES 24 SAETAN NIKARIBÛ ÎDARE BIKE'
 
Abdullah Ocalan diyar kir ku şert û mercên wî ji yên darvekirinê xirabtir in û got ku serokwezîrê berê Adnan Menderes ê di sala 1961'ê de hat darvekirin, 24 saetan li ber şert û mercên li Îmraliyê nekaribûye li ber xwe bide. Abdullah Ocalan diyar kir ku ew ji bo gelan têdikoşe û li Îmraliyê ji bo berpirsyariyên xwe dijî. 
 
‘KONCALA MIRINÊ'
 
Abdullah Ocalan ku hucreya nû dişibîne “koncala mirinê” wiha got: “Rêveberiya girtîgehê ya li vir, kes nikare bi serê xwe û rasterast tevbigere. Rêveberê vê derê bi tena serê xwe nikare biryaran bide. Wekî min berê jî got, ev der taybet e û bi destwerdana derve tê birêvebirin. Çawa dibe? Van hêzan hemû tişta ku li ser min dixwestin pêk anîn. Bi vî rengî komployê didomînin. Ev komplo 20 sal in heye û didome. Ev komploya ku 20 sal in berdewam dike, divê were fêmkirin. Tişta ku bi sedsalan nekarîn ji Tirkiyeyê bi dest bixin, bi rêya tawîzan bi rewşa min û ji rewşa min sûd girtin. Ma ev nayên dîtin?"
 
‘CÎHEKÎ SÎSTEMATÎK E'
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina parêzerên xwe ya 13'ê Çileya 2010'an de diyar kir ku pirsgirêkên der barê hucreya nû de dewam dikin. Abdullah Ocalan got: “Cihê ku nû hatiye avakirin, cihekî sîstematîk e, bi pisporî û bi zanebûnî hatiye avakirin. Ew cîhek pir taybet e, bi zanebûn û bi plansaziyeke baldar hatiye çêkirin. Pir mesref hatiye kirin û ez bawer nakim ku ew ê careke din bê rastkirin. Ez hest dikim ku ez di binê bîrek 15 metre kûr de me. Bêhna min diçike, nikarim rakevim. Ez duh jî raneketim. Ez paceyê vedikim û wiha hewa tê odeyê. Ez nikarim li hewadariyê rûnêm. Hewadarî ji dîwarên betonî yên biloind pêk tê û firehiya wê 5-7 metre ye. Ji hewadariya berê biçûktir e." 
 
‘EZ Ê TAWIZ JI RÊGEZÊN XWE NEDIM'
 
Abdullah Ocalan bal kişand ser pêşniyazên Alîkarê Serokwezîrê wê demê Cemîl Çîçek ên der barê şert û mercên Îmraliyê de ji çapemeniyê re kirî û got: "Min li vir biryara xwe daye. Ez ê xwedî ne pir nerm ne pir lihevker ne jî pir sert bim. Ez ê di polîtîkayê de elestan bim, lê belê ez ê ji rêgezên xwe tawiz nedim. Ez ê li vir hewl bidim ku bêhan xwe biparêzim. Ez ê li ser rêya bîranînên Mazlûman, Kemalan bim. Wê meşa min a li vir bi vî awayî be." 
 
HEVDÎTINA DAWÎ
 
Abdullah Ocalan piştî 43 mehan di 23'yê Cotmehê de di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan re jî bal kişand ser tecrîdê. Abdullah Ocalan got: "Tecrîd didome. Ger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bibim."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket