WAN - Rojnameger Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş ji bo nûceyê çêkin bi mitehîtê bi navê Şahîn Yagar re hevdîtin pêk anîn û ji hêla Yagar û xizmên wî ve hatin derbkirin. Li emyetê piştî îfadeyê rojnameger wekî "kesên bi fikar" û Yagar jî wekî "mexdûr" dan nîşan.
Li navçeya Erdîşa Wanê rojnameger Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş xwestin der barê mutahîtê bi navê Şahîn Yagar nûçeyekê çêkin, lê Yagar û xizmên wî rojnameger derb kirin, rojnamegerên ji bo serlêdana sûc çûn Miduryeta Polîsan a Navçeyê, hatin binçavkirin û dema ew dibirin kontrola tenduristiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê dîsa ji hêla mutahît û xizmên wî ve hatin derbkirin. Ji ber lêdanê çav û rûyê rojnamegeran reş û werimî, ji bo der barê êrîşkaran de serlêdana sûc bikin çûn emyetê, lê ew wekî "kesên bi fikar" mutahît jî wekî "mexdûr" hat nişandan.
Yagan ê êrîşê rojnamegeran kir û çû nexweşxaneyê rapora "derbkirinê" girt û rojnameger Yilmaz û Akbaş ên ji serê xwe derb xwarin li nexweşxaneyê li ser piyan hatin dermankirin.
'ÊRÎŞ BI PLAN E'
Yilmaz da zanîn ku midurê emyetê heqaret li wî kirine û ev tişt got: "Şahîn Yagar bi gef û berdêlê li Wan û navçeyên wê îhaleyan digire. Ev kes di heman demê de bi Mehmet Şirîn Yaşar re têkiliyên xwe gelekî baş e. Ev êrîşa li dijî me bi plan e. Her tişt di çavdêriya emyet û hêzên emyetê de pêk hat. Di bûyereke ji rêzê bi dehan polîs li wir amade ne, li ber nexweşxaneyê tenê 4 polîs hebûn." Erhan Akbaş jî destnîşan kir ku polîsan mudaxale nekiriye û got ku "Kesên destpêkê êrîşê me kirin dîsa êrîş kirin. Diviya bû polîs destûr neda ev berhev bûna."
Ji ber êrîşan di rûyê Yilmaz de reş bûn û di difina wî de hêj xwîn tê.