MÊRDÎN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Navçeya Nisêbînê xîbatî deh hezaran kir û got: "Xwestin bi kuştin, girtin, talankirin û xerakirinê kurdan tune bikin. Lê vê qadê dibînin. Em tu carî tune nebûn û em dê tune nebin. Lê ger ku em dawî li îktîdarê neynîn dê înkar û îmhaya wan li ser me bidome." Siyasetmedarê Kurt Ahmet Turk jî diyar kir ku Nisêbîna Rengîn bedelên gelek mezin dane, lê tu cari serî netewandiye û navê xwe di rûpelên dîrokêde bi tîpên zêrîn nivisandiye.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de, piştî li Artuklu û Qoserê xîtabî hezaran kir, bi karwanek gelek mezin derbasî Navçeya Nisêbînê bû. Buldan û heyeta pê re, siyasetmedarê kurd Ahemt Turk, wekîlê HDP’ê Erol Dora û Mîthat Sancar, namzetên HDP’ê yên Mêrdînê, Dayikên Aştiyê û girseyek qelebalix ku ji sedan wesayîtan pêk dihat berê xwe dan Nisêbînê. Heyet, li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran kesan ve bi tilîli, çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Buldan û heyeta pê re, piştî bi karxana mezin çû Nisêbînê û xitabî deh hezaran kesan kir. Dema navê namzetên HDP'e yên Mêrdînê hatin xwendin bi hezaran kesan bê navber dirûşmeya "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
Ewil Siyasetmedarê kurd derket ser otobusa hilbijartinê û gel silav kir. Turk wiha got: "Merhaba Nisêbîna rengîn. Ji bo jiyanek azad gelê Nisêbîne bedelê pir mezin dan. Ez li ber vê coş û berxwedana we bejna xwe ditewînim. Tiştekî zêde ez bêjim tune ye. Hûn hemû dilsojî ne. We zilmek mezin dît û li dijî vê yekê li ber xwe da. Em hêvî û bawer dikin ku dê di 24'ê Hezîranê de ev zilm û ev îktîdar dê têk biçe. Em bi vêyeke bawer in. 24'ê Heziranê ne tenê hilbijartin e. Roja aştî, azadî û demokrasiyê ye. Ew kesên ku ev zilm meşandin dê hesabê vê yekê bidin. Em bawer dikin ku em dê dawi li vê zilmê bînin û serkeftinê bînin. Îro Serokomarê me, bi sedan hevşaredar û nûnerên me di zindanê ne. Me silavên Selahattîn Demîrtaş ji were anîne. Em xwe ji bo rojek nû, aştî, azadî, demokrasiyê xwe amade bikin."
GELÊ NISÊBÎNÊ BI TÎPÊN SÊRÎN NAVÊ XWE LI DÎROKÊ NIVÎSAND
Turk, anî ziman ku gelê Nisêbinê her dem li dijî zilmê li ber xwe da û li gel bedelên herî giran tu carî serî serî netewand. Turk, destnîşan kir ku gelê Nisêbînê bi berxwedana xwe di rûpelên dîrokê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandiye û tu carî jê naçe. Turk anî ziman ku ew bawer dikin ku dê dawî li vê zilm û îktadarê bînin û roja 24'ê Hezîranê dê bibe roja aştî demokrasî û azadiyê.
BULDAN BI 'EM DÊ BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN' HAT PÊŞWAZÎKIRIN
Dema Pervîn Buldan derket ser otobusa hilbijartinê, bi deh hezaran bê navber dirûşmeya "Nisêbîn bi we ser rûmet e", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Bê navber li çepik û tilîlîyan dan.
Buldan, diyar kir ku gelê Nisêbînê di nava 3 salên dawî de êşên mezin jiyan û wiha got: "Îro bi hezaran kesên hatin vir di dilê wan de volnaken mezin heye. Êşên mezin hene. Tişta me li ser piyan dihêle, hêzê dide me ev berxwedana we ye. Em bejna xwe li ber we ditewînin. Em bi Nisêbînê serbilind û bi rûmet in. Hêj dayikên ku cenazeyên xwe negirtine hene. Hêj malbatên ku deriyê xwe negirtine û li benda cenanezyên xwe hene. Em bi dayikên xwe serbilind û bi rûmet in. Gelê kurd li her derê bedelên mezin dan. Li Nisêbînê jî di qedexeyên kolanan de bi sedan canê me li vir ketin axê. Bombeyên li vir hatin teqandin li dilê gelê me yê Kobanê û Efrînêket. Bombeyên avêtin Efrînê li dilê Nisêbînê ket. Kesên ku ev yek ji gelê kurd re rewa dît, tu carî negihişt armanca xwe. Rastî berxwedana gel hat. Îro Serokomar Erdogan hêj înkar dike. Tu carî kurd nas nekir. Tu carî daxwazên gelê kurd li ber çavan negirt. Tu carî têkoşîna jin, dayik û tevahiya gelê kurd a aştî, demokrasî û azadiyê nedît û nas nekirin. Lê tu carî gelê kurd navber neda berxwedana xwe."
QADA LI VIR NÎŞAN DA KU BI KUŞTIN GIRTINÊ HÛN TUNE NABIN
Buldan, herî dawî anî ziman ku ew bawer dikin ku hûn dê di 24'ê Hezîranê de bersîvek baş bidin û wiha bi dawî kir: "Wan hevşaredar, wekîl û siyasetmedar girtin. Wisa fikirin ku bi girtinê dê HDP'ê tune bikin. Lê îro em dibînin gel li qadan e. Gel li ber xwe dide. Ji ber vê yekê di 24'ê Hezîranê de li dijî zilmê, zorê û tişta bi serê me de anîye em dê bersîev bidin. Me soz da malbatên Roboskê, me soz da malbatên Pirsûsê zarokên wan hatin kuştin. Me soz da Fîgne Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş. Me soz da hevalên xwe yên girtî. Ev têkoşînek mezin û bi rûmet e. Dê tu carî ev têkoşîn bi dawî nebe. Tu hêz dê nikaribe rûmet û vîna vî gelî bişkîne. Li dijî feraseta înakrê li dijî AKP'ê gele kurd dê di 24'ê Hezîranê de yekîtiya xwe bipar9êze. Ne tenê gelê kurd, gelê suryanî, mehelmî, kurd û hemû gelê vir dê bi hevre 6 wekîlan bişînin meclîsê. Niha lîstikên mezin amade dikin. Kemînên mezin datînin. Dixwazin gel di bin bendê de bilêlin. Lê divê em pir zêde dengan bistînin. Ji ber ku meclîsa bê kurd û bê HDP dê zilmê zêdeitir bike. Ji ber vêyekê divê em li sindoqan xwedî derkevin. Em sindoq û dengên xwe emanetî we dikin. Ev welat û ev erdnîgar ne yê Erdogan e. Em bi hevre em tê teqez bi ser bikevin.
Axaftina Buldan bê navber bi dûşmeya "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat qut kirin.