STENBOL - 14 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên pankarta “Loqûmê komkujî û dagirkeriyê nabe" vekerin û hatibûn girtin, tev hatin berhdan.
Yekemîn danişîna doza 14 jê girtî 22 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên pankarta “Loqûma komkujî û dagirkeriyê nabe" li Dadgeha Cezayê Giran a 32’yemîn a Stenbolê hat dîtin. Hevalên xwendekaran, parlamentera HDP’ê Huda Kaya, namzetên HDP’ê Ahmet Şik, Oya Ersoy, Erkan Baş, parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ve Alî Şeker, bijîşk û akademîsyenên Aştiyê amade bûn.
Heyat dadgehê der barê xwendekaran de biryara tahliyê da. Li ser biryara dadgehê Agah Suat Atay, Berke Aydogan, Deniz Yilmaz, Enes Karakaş, Esen Denîz Ustundag, Îsmaîl Gurler, Kubra Sagir, Muhammet Bîlgîn, Sevde Ozturk, Şukran Yaren Tuncer, Tevger Uzay Tulay, Yusuf Noyan Ozturk, Zulkuf Îbrahim Erkol û Mete Ulutaş ên girtî dihatin darizandin hatin berdan.