EDENE - Li Edeneyê, xebatkarê Kovara Ozgur Toplum Mevlut Gur, hat berdan.
Mevlut Gur ê li Kolana Obalar a Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhana Edeneyê dema kovara Ozgur Toplum belav dikin, hatibû binçavkirin û girtin. Gur di yekem danişîna doza lê hatibû vekirin de, hat berdan. Gur bi îdîaya “Endamê rêxistinê” li Dadgeha Cezayê Giran a 12’emîn a Edeneyê hat darizandin. Gur û parêzerên wî beşdarî danişînê bûn û Gur di parastina kir de îdîayên li ser xwe red kirin. Gur diyar kir ku kovara belav kirin ne qedexe kiribûn û berdana xwe xwest.
Dadgehê Gur bi şertê kontrola edlî serbest berda û danişîn taloqî 11’ê Cotmehê kir.