STENBOL – Polîsan mudaxeleyî çalakiya endamên KESK’ê kirin. Di mudaxeleyê de namzeta HDP’ê ya Stenbolê Sema Uçar û du kesên din hatin binçavkirin.
Endamên KESK’ê yên bi KHK’ê îxrac bûne, bi boneya vegerin karê xwe li Kadikoyê çalakî li dar xistin. Pîlasan bi hinceta “Çalakî ne qanûnî ye” mudaxeleyî çalakiyê kir. Di mudaxeleyê de polîsan Namzeta HDP’ê ya Stenbolê Sema Uçar a îxrax bûye, Alî Haydar Arikuş û Mhmet Sarî binçav kirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Vatana Stenbolê.
QADA AZADIYÊ YA BAKIRKOYÊ QEDEXE KIRIN
Çalakiya li Qada Azadiyê ya ji aliyê polîsan ve hat qedexekirin. Hat zanîn ku bi hinceta hilbijartinê dê ev qedexe heta fermana duyem dewam bike.
BERIYA NIHA JÎ KEDKARAN BINÇAV KIRIBÛN
Di 2 û 4’ê Hezîranê de jî polîsan mudaxeleyî çalakiya KESK’ê kiribû. Di mudaxeleya 4’ê Hezîranê de kedkarên hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de tên ragirtin.