STENBOL - Namzetên ciwan ê HDP’ê çûn serdana malbata Berkîn Elvan û gotin: “Êşên me yên hevpar me tînin gel hev. Em hatin ji êşên we hêzê bigirin.”
Namzetên ciwan û Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çûn serdana malbata Berkîn Elvan. Di serdanê de namzetên HDP’ê Ozan Ozgenler, Ridvan Ozturk û Emre Sarigul hebûn.
‘EM Ê BI HEVRE HESAB BIPIRSIN’
Bavê Berkîn Samî Elvan xêrhatina namzetan kir û wiha axivî: “Divê em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Ez hêvî dikim ku li ser navê Tirkiyeyê hilbijaratin baş derbas bibe û dîzî çênebe. Ger dizî çêne, em ê pir bi rehetî qezenc bikin. Dibe ku îro diz hebin, lê sibe dê tunebin. Ev welat dê ji wan re nemîne. Ev welat, welatê me ye. Em ê welat ji sê çar dizan re nehêlin. Emê hesabê van hemûyan bi hev re bipirsin. A herî girînge berdewam kirina têkoşînê ye. Ger kurê min îro bijiya, dibe ku ew jî bibûya namzetê parlamenteriyê. Kesên li welat aştî û wekhevî xestin, hatin kêrkirin û kuştin.”
‘DI DAWIYA DAWÎN DE EM Ê QEZENÇ BIKIN’
Dayîk Gulsum Elvan jî, diyar kir ku wan tu carî dest ji têkoşîna Berkîn bernedan û wiha got: “Ew qatil heya dawiya emrê xwe jî di girtîgehê de bimîne, dê dilê min hînek nebe û êşa min kêm nabe. Em armanc dikin ku têkoşîna me pêşî li dozên hemû zarokên hatin kuştin veke. Dibe ku ji ber em dibêjin edalet, li kolanan me derp dikin û hepsî girtîgehan bikin, lê di dawiya dawîn de emê qezenç bikin.”
‘EM HATIN JI ÊŞÊN WE HÊZ BIGIRIN’
Namzetê HDP’ê Emre Sarigul jî, anî ziman ku HDP ji nava mûxalifên civakî derketiye û wiha bilêv kir: “Em ji bo deng ji we bixwazin nehatine vê derê. Em hatin ji êşên we hêz bigirin. Me xwest em li çavên dayîk û bav ên xwe mêze bikin û hêz bigirin. Li Enqerê, Pirsûsê û li gel cihên din me zarokên xwe winda kirin. Ji xwe êşên me yên hevpar me tînin gel hev.”