NAVENDA NÛÇEYAN – Namzetên HDP’ê yên Wanê li navçeya Seray û Qelqeliyê bi gel re hatin cem hev. Li Qelqeliyê danasîna namzetan veguherî mitîngê. Li Meletiyê jî namzetên HDP’ê esnaf û gel ziyaret kirin.
Namzetên HDP’ê yên Wanê Muazzez Orhan, Mukaddes Karakoç, Asuman Yelmazer, Murat Sarisaç, Tayîp Temel û yên li gel wan li navçeya Qelqelî û Serayê bi gel re hatin cem hev.
Gelê Qelqeliyê di têketina navçeyê de namzetên HDP’ê pêşwazî kirin. Konvoya HDP’ê ewil çû navçeya Serayê seranserî rê û li navçeyê ji aliyê gel ve hatin pêşwazî kirin. Di pêşwazîkirinê de dîmenên rengîn derketin holê.
'EM JI SERAYÊ SILAVÊN XWE JI BIRÊZ OCALAN RE DIŞÎNIN’
Piştî namzetan gelê Serayê silav kir xîtabî gel kirin. Namzeta HDP’ê Mukaddes Karakoç li vir axivî û got: “Em ji Serayê heta Îmraliyê ji birêz Abdullah Ocalan re silavan dişînin. Divê em bi Efrîn, Kobanê û 7’ê Hezîranê xwedî li sindoqên xwe derbikevin. Em ê tifaqa AKP’ê û MHP’ê di sindoqan de veşêrin.”
PÊŞWAZÎKIRIN VEGUHERÎ MITÎNGÊ
Pişt re namzetan berê xwe da navçeya Qelqeliyê û carek di namzet ji aliyê sedan welatî ve hatin pêşwazî kirin. Di yek carê de girseya gel gihîşt bi hezaran kes û ziyareta li navçeyê veguherî mitîngê. Namzetê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel li Qelqeliyê axivî û helbesta kurdî ya “33 Gule” ya Ahmed Arîf li ser komkujiya Geliyê Sefo nivîsandibû xwend. Temel hemû kolberên li ser sînor jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got ku ji bo gel carek din bi komkujiyê wiha re rû bi rû nemîne divê hemû kes têbikoşe. Temel banga xwedî derketina sindoqan û dengan li gelê Qelqeliyê kir.
Piştî axaftinan namzetan esnafan ziyaret kir.
MELETÎ
Namzetên HDP’ê yên Meletiyê jî li gel rêveberên partiye li Pîşesaziya Ozsan esnafan ziyaret kirin. Li taxa Ozalper a navçeya Yeşîlyurt jî civîna gel li dar xistin. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya, namzetên HDP’ê Yusuf Bozkuş, Jiyan Taş û Kemal Gedîk û rêveberiyên partiyê tev li serdana esanf û civîna gel bûn. Namzetan xwest her kes dengê xwe bide HDP’ê û belavokan li gel belav kirin.
Namzeta HDP’ê Jiyan Taş axivî û got: “Em dizanin ji komkujiya Amedê heta komkujiya Enqereyê kujerên rastîn dernexistine holê. Em ê li meclîsê yek bi yek hesabê komkujiyan bipirsin. Em naxwazin kes bê qetilkirin. Bila ciwanên me bê kar nemînin. Ji bo siberojê em bang li her kesî dikin kut ev li refên têkoşîna HDP’ê bibin.”
Namzetê din ê Meletiyê Yusuf Bozkuş jî axivî û destnîşan kir ku ew dixwazin gelê wan hemû piştevaniya HDP’ê bikin û got “Em li bendê ne di 24’ê Hezîranê de li dijî dîktatoriya yek zilamî biryara xwe ya demokrasiyê bide.”
Piştî axaftinan welatî û rêveberên partiye li ber muzîkê govend gerand.