STENBOL - Yekem danişîna doza 14 jê girtî 22 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî li Edeliya Çaglayanê dest pê kir. Xwendekara derketin pêşberî dadgehê û got: “Îşkence li me kirin.”
Yekem danişîna doza 14 jê girtî 22 xwendekarên li Zanîngeha Bogazîçî gotibûn “Loqima kumkujî û dagirkeriyê tuneye” li Dadgeha Cezayê Giran a 32’yemîn a Stenbolê dest pê kir. Malbatên xwendekarên girtî, hevalên xwendekaran, parlamentera HDP’ê Huda Kaya, namzetên HDP’ê Ahmet Şik, Oya Ersoy, Erkan Baş, parlamenterên CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ve Alî Şeker, bijîşk û akademîsyenên Aştiyê danişîn şopandin. Salona danişînê tije bû û gelek kes derve de man. Şandeyên biyanî jî doz şopandin. Hemû xwendekarên girtî û yên ne girtî jî beşdarî danişînê bûn. Piştî tespîtên nasnameyan danîşînê dest pê kir.
Serokê Dadgehê Erdogan Şîmşek, xwest kesên di salonê de li ser piyan derbikevin derve. Parêzer û parlamenterên CHP’ê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikulu, bertek nîşanî Şîmşek dan. Şîmşek ê ji salona dadgehê derket, piştî 10 deqe şûnde dîsan vegeriya salonê.
‘JI ŞER RE NA, AŞTÎ HÊ NIHA’
Xwendarê girtî Agah Suat Atay dest pêkê parastin kir û hemû sûcdariyên li ser xwe red kir. Atay, da zanîn ku wî bûyer temeşa kir û wiha got: “Dûre bêhna min teng bû ez ji cihê bûyerê çûm.”
Dûre Berke Aydogan jî parastin kir û sûcdariyên li ser xwe red kirin.
Şukran Yaren Tuncer jî, parastin kir û wiha bilêv kir: “Dirûşmên ji şer re na, aştî hê niha dihatin avêtin. Ez beşdarî meşa koma dirûşme berz dikirin bûm. Min ne zanî destûr hatiye girtin an na. Min di meşê de du dirûşmên ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil û ji şer re na, aştî hê niha’ berz kirin. Dûre polîsan ez derp kirim û binçav kirim. Birayê min ê 9 sal bi erdê re dirêj kirin.”
‘EM RASTÎ GEF Û ÊRÎŞAN HATIN’
Zulkuf Îbrahîm Erkol jî parastin kir û wiha got: “Di dema bûyerê de ez di pirtûkxaneyê de li ser dersên xwe dixebitîm. Min dît ku mirov tên îşkencekirin û binçav kirin.”
Yusuf Noyan Ozturk jî di parastina xwe de wiha axivî: “Ez li dijî hemû cureyên tundiyê, mirovekim. Ez derp kirim û min îşkence dît. Gef l imin û malbata min xwaran û êrîşî min kirin.”
Esen Denîz Ustundag jî da zanîn ku ew sûcdariyên li ser xwe qebûl nake û red dike.
Piştî parastina Ustundag saetek navber ji bo danişînê hat dayîn.