MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin

  • rojane
  • 13:19 6 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora MKG’ê ya cotmehê, 6 rojnameger hatin binçavkirin, gef li 5 rojnamegeran hate xwarin û êrişa fîzîkî li 3 rojnamegeran hate kirin. 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên rojnamegerên jin a meha cotmehê eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin ku tundî, binçavkirin, zext û darizandina jinên rojnameger dewam kiriye û hat gotin wê li dijî vê tundî û neheqiyê têkoşîna rojnamegeran dewam bike. 
 
MKG’ê da zanîn ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya ramanê û çapemeniyê dewam dikin. Rapor, wiha dom kir: “Ev zext bi taybet li ser jinên rojnameger dewam dikin. Ji cotmeha 2024'an vir ve hewldanên kontrolê yên li ser medyayê zêde dibin, ev rewş jî mafê gihandina agahiyan ê gel hîn zêde sînordar dike. Wekî MKG’ê em binpêkirina mafên jinên rojnameger qeyd dikin û bi raya giştî re parve dikin. Em van zextan rexne dikin. 
 
ROJNAMEGER BI ÊRIŞÊN FÎZÎKÎ RE RÛ BI RÛ MAN
 
Di meha cotmehê de jinên rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine bi zextên curbecur rû bi rû man, gelek jinên rojnameger jî bi êrişa fîzîkî rû bi rû man. Wekî mînak rojnameger Melîke Aydin ji 8 mehan zêdetir e di nava hepsa malê de ye. Ev mînak asta polîtîkayên çewisandinê ya li hemberî kedkarên çapemeniya azad nîşan dide. Zextên hiqûqî yên bi vî rengî ji bo çewisandina rojnmegeran e û ev perçeyekî stratejiya ji bo oto-sansura li ser rojnamegeran e.  
 
ASTENGKIRINA MEDYAYA DIJÎTAL
 
Sepanên îktidarê yên mafê agahîgirtinê yên welatiyan sînordar dikin bi rêbazên wekî sînordarkirina rûpelên li ser medyaya dîjîtal jî dewam dikin. Di meha cotmehê de piştî êrişa li ser tesîsên TUSAŞ'ê sînordarkirina li ser platformên medyaya dîjtîal xwegihandina agahiyan a raya giştî bi awayekî cidî asteng kiriye. Sînordarkirina xwegihandina agahiyê ya gel qada polîtîkayên sansurê ya îktidarê berfireh dike xwegihandina agahiyên rast a civakê sînordar dike. 
 
DOZÊN ROJNAMEGERAN
 
Hejmara dozên der barê jinên rojnameger de jî nîşaneyeke girîng a tengbûna azadiya ramanê ye. Ji ber parvekirinên medyaya dîjîtal cezayê hepsê dan rojnameger Pelîn Ozkaptan û biryarên wekî paşxistina eşkerekirina hukum dewamkirina peywira rojnamegeran zehmet dike. Hewldana çewisandina rojnamegeran a bi rêya darazê ya ji aliyê îktidarê ve ne tenê mafê girtina agahiyan a rojnamegeran di heman demê de jî mafê girtina agahiyan a civakê jî asteng dike. 
 
Astengiyên xwegihandinê û sansura li ser medyaya dîjîtal dibe sedema astengkirina xwegihandina agahiyên bêalî yê civakê. Di meha cotmehê de 126 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. 11 sîteyên înternetê jî hatine girtin. Ev yek ji bo herikbariya agahiyan têkeve binê kontrola dewletê pêk tên. 
 
GEF LI SER EWLEHIYA ROJNAMEGERAN HEYE
 
Ewlehiya aborî ya jinên rojnameger jî bi zextan gef lê tê xwarin. Aysin Komitgan piştî hat binçavkirin şûnde ji peywirê hat girtin. Ev yek ne tenê azadiya ramanê ya rojnamegeran dixe talûkeyê di heman demê de azadiya aboriya rojnamegeran jî dixe talûkeyê. Derxistina ji kar dibe sedema binpêkirina mafê xebata azad a rojnamegeran.
 
Zextên li ser medyayê gefxwarina li dijî civaka demokratîk e. Qada zext û kontrolê ya li ser medyayê fikirandina rexneyî ya gel jî asteng dike û bingeha dûrketina ji hev a civakê amade dike. Her wiha zexta li ser çapemeniyê zirarê dide îdeala "civaka hatiye agahdarkirin". 
 
Zextên li ser jinên rojnameger ne tenê êrişa li dijî azadiya çapemeniyê ye di heman demê de jî êrişa rasterast a li dijî nirxên demokratîk û mafê xwegihandina agahiyan e. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dibêjin tevî hemû zextan em ê têkoşîna xwe dewam bikin û parastina mafên jinên rojnameger bidomînin. Em vê yekê careke dinê ji raya giştî re radigihînin.
 
DANEYÊN MEHA COTMEHÊ
 
Daneyên îstatîkî ya rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha cothema 2024'an;
 
* Rojnamegerên bi muameleya nebaş rû bi rû mane: 5
 
* Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin: 5
 
* Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin: 3
 
* Rojnamegerên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 4
 
* Rojnamegerên doz li wan hatine vekirin: 3
 
* Rojnamegerên hatine cezakirin: 6 (Cezayê girtîgehê 30 meh ) 
 
* Hejmara rojnamegerên girtî: 7 (Ji 4’ê çileya 2023’yan ve)
 
* Rojnamegerên darizandina wan didomin: 7 (7 dosya)
 
* Cezayên RTUK’ê li weşanan birî: 10 
 
* Qedexeya weşanê: 2
 
* Sîteyên hatine girtin: 11
 
* Nûçeyên hatine astengkirin: 63
 
* Naverokên medyaya dijîtal ên hatine astengkirin: 126
 
LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTΠ
 
*  Elîf Ersoy - Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê
 
* Hatîce Duman - Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
 
* Lutfiye Burcu Kara - Rojnameya Yekitiya Têkoşînê 
 
* Selamet Turan - Rojnameger 
 
* Tulay Canpolat - Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
 
* Ozden Kinik - Xebatkara TRT'yê ya berê 
 
* Ozlem Seyhan - Rojnameger 
 

Sernavên din

30/06/2025
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
09:02 Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
09:01 Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir
09:01 ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo pêvajoyê sûdewer be’
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:40 Trump sivikkirina cezayên li ser Îranê rawestand
27/06/2025
16:30 Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
16:28 Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin
15:43 Rapora girtîgehan: Mafên herî bingehîn jî hatine sekinandin
14:24 Li Parlamentoya Ingilistanê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê
13:46 Mamosteyê ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 28 sal ceza lê hatibû birîn winda ye
13:11 Abdullah Ocalan: Şêx Seîd dengê gel bû û li dijî zilmê paşve gav neavêt
12:05 Cemiyeta Rojnamegeran a Şirnexê: Em bi Zeynep Durgutê re ne
11:59 Ji bo îtîraza li dijî biryara Doza Kobanê ku 32 hezar rûpel e tenê 7 roj dem dan!
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:07 Tehliyeya hevşaredara berê bo 3 mehan hate astengkirin
11:04 Ayşegul Dogan: Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye
10:37 Ji Amedê bo desthilatê bang: Gav biavêje, dawî li operasyonan bîne
10:32 Şaredariya AKP’î ji bo îhaleyên ‘nelirê’ hincet kir ‘ewlehî’!
09:27 Jinan ji bo mihrîcana Gimgimê bang kir
09:20 Meral Daniş Beştaş: Geşedanên li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re dibêje ‘pirsgirêkên xwe çareser bike’
09:18 Nûran Seçkîn a di şer de 4 kes ji malbata xwe winda kir: Divê dewlet gavên lezgîn û şênber biavêje
09:03 Xelkê Wan û Qersê krîza aborî nirxand: Çareserî, aştî ye
09:03 Bavê ku 2 zarokên wî di bin payerêyê de hatin veşartin: Dê aştî êşa me sivik bike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:54 Li Şirnexê 5 herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
26/06/2025
17:04 Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
16:55 Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin
16:23 Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
16:10 Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
15:46 Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
15:22 Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin
14:10 Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin
13:10 ‘Nobeta Azadiyê’ di sala 14’an de ye
13:05 MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne
12:58 Ji bo rojnameger Ertaş biryara beraetê hat dayin
12:49 Der barê rojnameger Berîvan Kûtlûyê de doz hate vekirin
12:21 Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn
12:17 Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
11:58 Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
11:54 Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
11:13 Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
11:11 Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû