ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê girtî Abdullah Zeydan bi namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re di heman hucreyê de tê girtin, diyar kir ku ew tenê beşdarî mîtînga Demîrtaş dibe û wiha axivî: "Dema mirovek tenê li ser navê milyonan kesî di mîtîngê de çepikan dixe û dirûşman berz dike gelekî zehmet e. Di mîtîngê de gotinê qerfî û yên bi bandor dihêle ku rûyê min bikene, hêz dide min û ew westandina min ji holê radike."
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Abdullah Zeydan di encama operasyona ku di 4'ê Kanûna 2016'ande li hemberî parlementerên HDP' pêk hat de hat girtin. Zeydan piştî hate girtin wî birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê. piştî demekê bi tena serê xwe di hucreyê de ma, wî birin koguşa ku Selahattîn Demîrtaş lê dimîne. Dadgeha îstînafê cezayê 8 sal, mdhek û 15 rojan li Zeydan hatibû birîn erê kir. Niha hilbijêrê tenê ku dikare xwe bigihîne namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ew bi tenê ye. Zeydan bi rêya parêzerên xwe têkildarî rewşa xwe û xebatên hilbijartinê yên Demirtaş de ji ajansa me re axivî.
Zeydan diyar kir ku rehîngirtina kesên bi vîna milyonan kesî hatine hilbijartin darbeya li hemberî vîna gel e û wiha axivî: "Girtina me darbeya li hemberî vîna gel e. Li tu devera dinyayê nehatiye dîtin ku piştî darbeyê aramî û jiyana gel baş bûye. AKP'a ku bi hêza medyayê û bi biryarên nehiqûqî yên darazê hewl dide me dike wekî dijmin û mîna çavkaniya pirsgirêkan nîşan bide, di vê pêvajoyê de welatê me wêrankiriye. Di serî de pirsgirêka kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî heta niha tu gav neavêtiye. Berovajî vê bi dijwarî êrîşî nasnameyagelê kurd, nirxên wê û destkeftiyêwê dike. Ji bo têkbirina wê çi ji destê wê tê dike. Êş û azar zêdetir bûne, êrîşa li hemberî ciwanan, jinan, kedê, demokradiyê, xwezayê, şêwayê jiyanê û jiyana hevpar zêdetir bûye."
AKP'Ê WELAT WÊRAN KIRIYE
Zeydan da zanîn ku zarokên feqîr ên Anatolyayê di şer de dimirin, lê zarok û xizmên Serokomar û Serokwezîr li Man û Maltayê dolarên xwe zedêtir dikin û ev tişt anî ziman: "Ji çavnebarî û serhişkiya kesekî mirovên me êş û azarên mezin dikşînin. Dilê mirov bi ev rewşa ku welatê me têde ye diêşe. Lê belê civakên Tirkiyeyê ne bêçare ne. Ew ê ev îktîdara zalim, bêdadî, wêraniyê dike rawestîne. Embi hêz in, bi hûvî ne û mafdar in. Em ê bi hev re Tirkiyeya ku hemû gel, bawetî û nasname bi hev re bijîn ava bikin."
'STRANÊN BI KURDÎ GUHDAR DIKIM'
Zeydan daxuyand ku li girtîgehê derfeta ku stranên kurdî guhdar bikin tuneye û axaftina xwe wiha domand: "Ez ji guhdarkirina stranan pir hez dikim. Min digot di vî alî de ez ê li zindanê gelekî zehmetiyê bikşînim. Min di radyo û televîzyonê de dikare stranên bi tirkî guhdar bike, lê nikare yên bi kurdî guhdar bike. Di vî alî ez xwe bi siûd dibînim. Ez û hevserok Selahattîn di heman hucreyê de dimînin. Ew bi sedan stranên kurdî û tirkî distire. Heta niha wî 12 stran nivîsandiye. Yek yek ji din xweştire. Wexta ku hûn van stranan guhdar bikin hûn ê jî heq bidine min."
'EM Û GEL AZAD BIBIN'
Zeydan têkildarî namzetiya serokmariyê ya Demîrtaş de ev tişt anî ziman: "Piştî pêşniyara namzetiya serokomariyê hat, birêz Demîrtaş got ku 'hewceyiya gelê me û partiya me bi namzetiya min heye. Ez ê bibim namzet wê hem em û hem jî gel azad bibin.' Wiha namzetita serokomariyê qebûl.kir."
JI MÎTÎNGAN HÊZ DIGIRE
Zeydan bi bîr xist ku Demîrtaş kesekî dilnizm e. Zeydan got ku ew mîtîngên Demîrtaş dişopîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez li vir li ser navê milyonan kesî çepikan lê didim. Ev jî karekî gelekî zehmet e û mirovan diwestîne. Di hemû mîtîngan de ez heman gotinan dibihîzim. Di mîtîngan de dibêje eê bi hev re bi ser bikevin. Gotinên qerfî mirovan dikenîne, hêz dide min û ew westandina min ji holê radike."
MA / Hayri Demir