NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Ercan Sezgîn, niqaş û daxwazên hikûmetê yên operasyonê nirxand û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hebûna xwe bi tunebûna kurdan ve girêda ye. Sezgîn, anî ziman ku neyarî jî pîvan û sincekî wê heye, lê pîvanên neyariya AKP'ê nema ye.
Tirkiye beriya hilbijartina zordest amadekariya operasyona dersînor dike. Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag, piştî Lijneya Wezîran daxuyanî da û diyar kir ku her dem operasyonek li dijî Qandîlê pêkan e. Dîsa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku berê gotibû heta 20'ê Mijdarê kes dê nikaribe PKK'ê têxe devê xwe. Soylu herî dawî got "Qandîl pir nêzik e".
Tirkiye heta niha bi dehan caran operasyonên dersînor li dijî PKK'ê li dar xistin. Lê tu carî encama ku dixwest bi dest nexist. Heta niha gelek operasyonên dersînor ên hewayî û bejayî pêk hatin. Yekem operasyona der sînor di 25' Gulana 1983'an de pêk anî. Piştre di 21'e Adara 1995 - 30'ê Kanûna 1996'an de Operasyona Çelik, di 14'ê Gulana 1997- 20'ê Îlona 1997'an de Operasyona Çekiç, di 25'ê ÎLona 1997-16'ê û Sibata 1999'an de Operasyona Şafakê,
di 21-29'ê Sibata 2008'an de Operasyona Guneş, di Tîrmeh-Tebaxa 2011'an operasyonek, di 16-19'ê Adara 2016'an de operasyonek din li dijî Başûrê Kurdistanê pêk anî. Ji bilî van operassyonan bi dehan operasyonên hewayî pêk anîn. Bi hezaran bombe li çiyayên Kurdistanê barandin. Lê wekî ku Suleyman Soylu digot PKK neqediya û dîsa pêdivî bi operasyonek din dibînin.
Têkildarî polîtîkayên AKP-MHP'ê ya daxwaza operasyonek din a dersînor û encamên wê Rojnameger û nivîskarê e-rojname Ercan Sezgîn, mirxandin kirin. Sezgîn, destnîşan kir ku beriya hilbijartinê îhtimalek mezin heye ku operasyonek pek binin û wiha got: "Ji ber ku pewistiya AKP'ê û MHP'ê bi serkeftinek heye. Ev operasyon operasyonek ji bo hilbijartinê ye. Armancek wî ya leşkerî ku encamek leskerî bigrin nîne. Arman beriya hilbijartinê hewayek bigirin. Ji ber ku hewaya wan a hilbijartinê ne baş e. Dibe ku operasyon li dar bixin û serkeftinek xeyali nişan bidin. Niyet heya dengan bigrin. Qendîl jî wek amurekê bikar tînin. Êrîsa Efrîn têr nake. Netewperestiya ku li Tirkiye li pêş dixin ter nekir. Hebûna xwe bi tunebûna Kurdan ve girêdane. Serkeftin û binkeftina wan bi tevgera kurd û HDP'ê ve girêda ye. Dixwazin bi serbikevin û faşizm ji sedî sed bi sazî bikin. Li ser xwina gelê kurd jiyana xwe didominin. Di mîtîng û civinên xwe de qala hejmara kustî û girtiyan dikin. Weke neçîrvanên mirovan. Di diroka Komara Tirkiye de kesî her roj her dem negot ewqas hejmar bû. Negotin me îro ewqas kuşt. Neyartî jî pivanek wê heye. Lê tu pivan nema ye."
KOMARA TIRKIYE BAŞÛR KURDISTANÊ DAGIR KIRIYE
Sezgîn, bal kişand ser dagirkirina herêma Federal a Kurdistanê û wiha berdewam kir: "Komara Tirkî başûre welatê Kurdistan bakurê dewketa Iraq dagir kiriye. Wan bixwe gotin ku 28 km li peş ve çûne. Lê pertekek xurt tund hej ji tu aliyan ve nehatiye. Daxuyani hene lê pratik nine. Li Iraqe hilbijartin cêbû lê hêj hukumet cênebûye. Valahiyek heye. Wê reveberiyek çawa çêbibe hej ne diyar e. Ên ku li Iraqê bi serketin şîîyên Iraqe ne. Li dijî dewketa Tirkin. Her ciqas daxuyanî hebin jî, Lê gaven berbicav nîne. Herema Kurdistanji bi vî rengî ye. Valahiyek siyasi û qeyranek abori heye. Ev operasyon hemû hezen kurd û destkeftiyen kurd armanc digire. Lê parti û saziyen herema Kurdistan bê dengin. Berteken netewî nînin. Wek saziyen sivîl û civakî û saziyên mafê mirovahî daxutanî didin. Di rastiyê de jî welatê wan tên dagirkirin. Gund tên valakirin gundî û mirovên sivîl tên qetilkirin."
OPERASYONAN ABORIYA TIRKIYE TÊK BIR
Sezgin, bal kişand ser bertekên PDK'ê û YNK'ê û wiha lê zêde kir: "Berteken siyasi û netewi pir qelsin. Di aliyê civakî de ne razîbûn hene. Civak ji nerazibûnên xwe tîne ziman lê têr nake. Hin peymanen neteweyî en vesartî û ne vesartî hene. 27 heft salin bi dehan car operasyon çêbûne. Lê ne encamek leskerî û ne jî siyasi bi dest xistine. Ev jî encamek leskerî û siyasî bi dest naxe. Hesabên şaş tên kirin. Ev operasyon di aliyé siyasî de tu qezencê nade wan. Netewe perestî ewqasî li Tirkiye pêş ketiye. Bi girtin kustin anacax ewqas bi serbikevin. Van operasyon aboriya Tirkiye li bin xist. A niha krizek aborî ya mezin heye. Her rakirina balefirek kulftek mezine di aliye aborî de dide Tirkiye."
LI TIRKIY HER TIŞT LI BER FIROTINÊ YE
Rojnameger Ercan Sezgîn herî dawî bal kişand ser encama bandora operasyonana li ser Tirkiye û wiha bi dawî kir: "Edî tu hez nemaye ku bi rêve herin. Li Tirkiye hemû tişt li ber firotinê ye. Hemû sazî li ber firotinê ye Ev ji encama vî şerî ye. Çiqas israr bikin ewqas wê li bin bikevin. Di aliye aborî de têk cûne. Di aliye siyasî de têk cûn. Di aliyê eskerîde ji tu encam negirtine. Hem başûr hem jî Iraq li benda encamên hilbijartina nin. Çi encam derbikeve wê li gor encaman hemû hêza xwe ji nû ve saz bikin. Civaka başûr li hember dewleta Tirk pir bi bertek e. Wê wek neyar dibine. Bi teybet piştî Kerkukê û Efrinê di civakê de ew bertek zêtetir bi pêş ketin."