ANTALYA - Namzeta HDP'ê ya Antalyayê rojnamevan Gulsum Guzel, bal kişand ser polîtîkayên azadiya zayendiyî ya partiya xwe û got: "Ji bo jin bi awayekî azad bijîn û mafê nûçewergirtinê ya gel neyê astengkirin em dengê xwe bidin HDP'ê."
Namzeta HDP'ê ya Edeneyê Gulsum Guzel, di sala 1970'yî de li navçeya Îmranli ya Sêwazê hat dinê û dema 2 salî bû malbata wê li STenbolê bi cih bû. Guzel, li STenbolê xwend û dema xwendekara lîseyê bû di rojnameyên herêmî de dest bi nûçegihaniyê kir û paşê demek dirêj di çapemeniya sosyalîst de xebitî. Guzel ji ber fikr û ramana xwe gelek caran hat binçavkirin û hat girtin. Her wiha Guzel yek ji damezrînera HDP'a Kemerê ye. Guzel anî ziman ku ji bo bibe dengê jina û çapemeniya azad ew bûye namzet.
'HDP PARTIYA JINA YE'
Di heman demê de Guzel esnaftiyê jî dike û di ber vî karê xwe re jî bi awayekî çalak siyasetê jî dike. Guzel, bilêv kir ku HDP hemû derdoran dihebîne û partiyeke ku herkes dikare di bin banê wê de xwe bîne ziman. Guzel got: "Ji dema dibistana navîn ve di qada jinê de têdikoşim. Têkoşîneke çînî dimeşînim. Ji ber ku HDP partiyeke ku ji bo jinan têdikoşe, bûm namzet. Divê hemû jin ji bo mafê xwe bên HDP'ê û bitêkoşin."
'NAVNÎŞANA JINAN HDP YE'
Guzel, diyar kir ku di dema AKP'ê de êrîş, şideta li hemberî jina û kuştina wan zêdetir bûye û got: "Em jin dikarin bi têkoşînê rê li ber van êrîşan bigirin." Guzel bang li hemû jinan kir ku ji bo pêşeroja xwe li dor HDP'ê bibin xelek û got: "Tekane cihê ku jin û hemû derdor xwe têde îfade dikin HDP ye. Loma divê hemû derdor ji bo pêşeroja xwe destekê bidin HDP'ê."
'JI BO PÊŞEROJA ME'
Her wiha Guzel ji bo xwedîderketina li sindoqan jî bang li jinan kir û got: "Ji bo pêşeroja me em deng bidin HDP'ê. Divê em jin HDP'ê têxin meclîsê. Ji bo em biçin Meclîsê, divê HDP li wir be." Guzel bal kişand ser polîtîkayên çewisandinê yên li ser çapemeniyê jî got: "Ji bo jin bi awayekî azad bijîn û mafê nûçewergirtinê ya gel neyê astengkirin em dengê xwe bidin HDP'ê."