EDENE – Namzeta HDP'ê ya Edeneyê Sever Ûzûn anî ziman ku HDP partiya hemû derdoran û jina ye û got: "Em di 24'ê Hezîranê de hesab ji kesên ku mirinê dixwazin bipirsin."
Namzeta HDP'ê ya Edeneyê Sever Ûzûn, di sala 1975'an de li Çêlikana Semsûrê hat dinê. Di sala 1993'yan de koçî Edeneyê kir û dayika du zarokan e. Keçeke Ûzûnê di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Ûzûn ewilî di Partiya Kedê ya Gelan (HEP) dest bi siyasetê kir û ji wê demê ve di warê ked û demokrasiyê tê dikoşe. Ûzûn destnîşan kir ku HDP partiya jina ye û got: "HDP, li ser asasên temsîliyeta wekheviyê siyasetê dike. Loma di HDP'ê de bûm namzet."
'DÊ HDP HEMÛ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE'
Ûzûn, diyar kir ku HDP hemû rengan di xwe de dihebîne û got: "Min xwest di bin banê HDP'ê de li dijî mirin, bêedaletî, bêhiqûqî, binpêkirina mafên mirovan û xespkirina mafên jinan bitêkoşim û loma bûm namzet. HDP, dikare tevakriya aştiya civakiyî ya Tirkiyeyê bike. Ji ber vê divê bi awayekî girseyî xwedî li HDP'ê bê derketin. Wisa bawer dikim ji pirsgirêka jinan, pirsgirka aboriyê bigire heta pirsgirêkên di warê amfên mirovan de, HDP dikare çareser bike."
'EM DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE HESAB BIPIRSIN'
Ûzûn, destnîşan kir ku li gorî partiyên din HDP namzetên jin zêdetir nîşan daye û got: "HDP di danezana xwe de jî diyar kir û di warê meseleya mafê jinê de gavên şênber davêje." Ûzûn anî ziman ku ew ê civakê biguherînin û dê pirgsirêkên li Tirkiyeyê ji aliyê jinan ve bên çareserkirin û ew ê aştî û aramiyê bînin welat. Ûzûn got: "Em naxwazin zarokên me bimirin. Ji bo vê em diçin meclîsê. Werin em bibin yek û rê li ber mirinan bigirin. Li pêş me firsendeke mezin heye. Em di 24'ê Hezîranê de hesab ji kesên ku mirinê dixwazin bipirsin."